Heyeta BDP' ro n Serkaniy ya serxet
Dem : 2012.11.24  18:27:55
Heyetek ji parlementer BDP j ro Serkaniya ser xet...

Heyeta BDP'ê ku ji parlementerên BDP'ê Erol Dora, Îbrahîm Bînîcî, Altan Tan û Nazmî Gur pêk tê ji bo rewê di cih de biopîne çûn Serêkaniyê.

Beriya ku heyet biçe Serêkaniyê Qeymeqamê AKPê biryar girt ku heta mehekê çalakî, xwepêandan û daxuyanî li navçeyê neyên lidarxistin.
 
Qeymeqamê ku heta niha der barê çeteyên ku ji 8'ê mijdarê heta niha Serêkaniyê wekî baragehê bikar tînin de biryar negirtiye ji bo BDP'ê biryar girt.

Tevî hemû astengiyan heyeta BDP'ê çû Serêkaniyê û li ser sînor lêkolîn pêk anîn.

Li navçeyê parlementerê BDP'ê Altan Tan axivî û anî ziman ku li ti deverê cîhanê pêkanînek wisa ku sînor û rêya tirênê li ser hev hatiye avakirin tuneye.

Pitî axaftina Tan heyetê bi Qeymeqamiyê Serêkaniye re hevdîtin pêk anî û pitî hevdîtina bi Qeymeqam re heyet çû avahiya BDP'e ya Serekaniye.

Lê girseya ku li ber avahiya BDPê kom bû û xwest heyetê pêwazî bike rastî êrîa polîsan hat.

Li gorî agahiyan 6 kesên ku ji Serêkaniya binxetê koçî serxetê kirin pitî hevdîtina bi parlementerên BDPê re hatine binçavkirin.

Li aliyê din çeteyên ku li hemberî hêzên YPG'ê windaniyên mezin dan, li nêzî sînorê Serêkaniyê kom bûn.

805 car hate xwendin
Parve Bike  
KURDISTAN