Mal  -  POLTKA
Erdogan ma Parlementern BDP' kirin hedef?
Dem : 2012.11.29  17:33:54
Fezlekeyn destlnedan yn 5 parlementern BDP, ku bi fermana Serokwezr Tirk Erdogan hatin amadekirin ketin rojeva Meclsa Tirk de.

LI SER PARLEMENTERÊN BDP'Ê GEFA DESTLÊNEDANÊ
ERDOGAN ÇIMA PARLEMENTERÊN BDP'Ê KIRIN HEDEF?
Fezlekeyên destlênedanê yên 5 parlementerên BDPê, ku bi fermana Serokwezîrê Tirk Erdogan hatin amadekirin ketin rojeva Meclîsa Tirk de.

Di meclîsê de ji bo mafê destlênedana Hevseroka BDPê Gultan Kianak, Hevseroka KCDê Aysel Tugluk û parlementer, Sebehat Tuncel, Nursel Aydogan, Îdrîs Baluken, Adil Kurt, Esat Canan, Nazmî Gur, Husamettîn Zenderlîoglu, Halîl Aksoy û Ertugrul Kurkçu were rakirin, wê nîqa werin kirin.

Hukûmeta AKPê xelekeke din li polîtîkaya xwe ya neçareseriya pirsgirêka Kurd zêde dike û bi gefa mafê destlênedanê dixwaze muxatabên xwe ji holê rake.

Erdogan û partiya wî li parlemenê û li derveyî parlemenê hêza herî bi bandor a muxalefetê BDPê, bi planan dixwaza bêbandor bihêle.
RUYÊ RASTÎ YÊ ERDOGAN Û KABÎNEYA WÎ
WEZÎR Û PARLEMENTERÊN AKP SÛCEK TENÊ JÎ NEHITINE KU NEKIRINE!
AKP û Erdogan di her firsendê de parlementerên BDPyî hedef digirin û fezlekeyên li meclîsê ne weke amûrekî tehdîtê bi kar tînin.

Lê belê bi sedan fezlekeyên li dijî parlementerên BDPê hemû ji ber ku fikrên xwe anîn ziman, hatine amadekirin.

Li hemberî vê jî di serî de Erdogan fezlekeyên ji bo parlementerên AKP, CHP û MHPê hatine amadekirin li meclîsê tên ragirtin û nakevin ber nîqaê.

Ji ber ku naveroka van fezlekeyan bi sûcên adî û edlî yên weke dizî, sextekarî, bertîl û talankirina civakê ve têkildar in.

Fezlekeyên têkildarî sûcên destdirêjiyê û her cure karên qirêj ên parlementer û wezîrên AKPê yên serdema 61. a Meclîsê jî hene.

Niha bi qasî 300 fezlekeyên li ser sûcên wisa qirêj û dij-mirovî yên der barê wekîlên AKP'yî û yên partiyên din ên sîstemê di refên meclîsê de li benda nîqaê ne..

Yê di rêza yekemîn a van fezlekeyan de jî Erdogan bi xwe ye..

Ev jî dosya sûcên gelek ji wan parlementerên AKPê, yên CHP û MHPê ne:

- 3 kes ji ber destdirêjiyê mahkûm bûne.

- 29 kes ji ber li ser hevjîna xwe îddet pêk anîne hatine sûcbarkirin.

- 7 kes ji bar karên sextekariyê berê hatibûne girtin.

- 19 kes ji ber çeka bê qeyd nivîsîne sûcdar in.

- 117 kes rast an jî bi rêyeke din herî hindik di du karên xwe de îflas kirine.

- 84 kes ji ber bi serxweî wesaît ajotine berê hatibûne binçavkirin.

-74 kes ji ber rabirdûya xwe ya krediyê nikarin kartên krediyê wergirin.

- 14 kes ji ber karê tiryakiyê berê di girtîgehê de mabûne.

- 8 kes ji ber diziya di magazayan de berê hatibûne girtin.

- 21 kes hê jî ji ber dozên din ên cûda yên têkildarî karên qirêj bersûc in.

Di serî de AKP hejmara fezlekeyên têkildarî parlementerên CHP û MHPê hatine amade kirin wiha ne;


- Fezlekeyên di îhaleyê de xapandin: AKP 83, CHP- MHP 17, BDP 0.

- Fezlekeyên xirab bikaranîna karê xwe: AKP 72, CHP-MHP 28, BDP 0.

- Fezlekeyên sextekarî û xapandinê: AKP 67, CHP-MHP 33, BDP 0.
DI WIKILEAKS'Ê DE BELGEYÊN ERDOGAN
BELGE DI ROJEVA RAYA GITÎ YA CÎHANÊ DE NE

Belgeyên karên ne li rê û sextekariyê yên Erdogan û Kabîneya wî jî ji aliyê Wikileaksê ve jî ji raya gitî ya Cîhanê re hatibûn ekere kirin.

Di nava belgeyan de ev agahî cih digirin:

'Hesabên veartî yên Erdogan li Swîsreyê hene, rayêdarên AKPê tevl karên ne li rê bûne û çapemenî hedef tê girtin.

JI ERDOGANÊ KU BÛYE MÎNA ÇERXA SÛCAN FERMAN!
'WÊ MAFÊ DESTLÊNEDANÊ YÊN PARLEMENTERÊN BDP'Ê WERE RAKIRIN'

Serokwezîrê Tirk tevî van hemû belge û qeydan jî rastiyê berovajî dike û xwe pîr û pak nîan dide..

Erdogan bi vê yekê jî namîne û fermanê dide da ku mafê destlênedana parlementerên BDPê bê rakirin.

863 car hate xwendin
Parve Bike  
POLTKA