Xebatn Rxistinkirin yn BDP'
Dem : 2013.01.05  16:55:10
Rxistina BDPa Rihay li Salona Konferans ya Mozak AVM, 2. pk an..

2. KONGREYA ASAYÎ YA BDP'A RIHAYÊ
TEVÎ KU 253 SIYASETMEDAR DI GIRTÎGEHÊ DE NE JÎ KONGRE XURT DERBAS BÛ


Rêxistina BDPa Rihayê li Salona Konferansê ya Mozaîk AVM, 2. pêk anî..

Parlementerê bajêr ê BDPê Îbrahîm Bînîcî, Endamên Desteya Rêveber a BDPê Ferhat Kandar, Huseyîn Koçuk, endamên meclîsa partiyê, Serhat Bîngol, Saît Uçlu, Adnan Etlî û Bekîr Benek, aredarên navçeyan û hemû rêveberên rêxistinên navçeyan û bajêr di kongreyê de amade bûn.

Dîsa gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî jî tevlî kongreyê bûn..

Pitî hilbijartina dîwanê peyama parlementerê bajêr ê girtî Îbrahîm Ayhan hate xwendin û paê parlementerê Îbrahîm Bînîcî axaftinek kir.

Bînîcî bibîrxist, ku 253 siyasetvanên Rihayî hê jî di girtîgehê de ne û wiha got, 'Bi vê rêbaza girtinê nikarin biratiyê pêk bînin. Walî li herêmê weke serokwezîr û wezîran hereket dikin.

Bînîcî diyar kir, ku bi dehan welatparêz ji bo rêveberiya partiyê serî li wan dane û destnîan kir, ku ev bersiveke gele ya li dijî AKPê ye.

Pitî axaftinan raporên xebatan hatin xwendin û paê bi dengdayîna 389 delegeyan hilbijartin pêk hat..

Halît Yildiztekîn bi yek lîsteyê weke Serokê BDPa Rihayê hate hilbijartin.

XEBATÊN RÊXISTINKIRINÊ YÊN BDP'Ê
2. KONGREYA ASAYÎ YA BDP'A BÊGIRÊ PÊK HAT

Kongreyeke din a BDPê jî li navçeya Wanê Bêgirê pêk hat..

Rêxistina BDPa navçeyê li avahiya xwe 2. kongreya xwe ya asayî pêk anî..

Tevî Endamê Meclîsa Partiyê Îhsan Cokun û rêveberên BDPê yên bajêr û navçeyan û aredarê Bêgirê Îzzet Çelîk gelek kes di kongreyê de amade bûn.

Endamê Meclîsa Partiyê Îhsan Cokun operasyonên qirkirina siyasî yên li ser partiya wan bibîrxistin û got, tevî ewqas zext jî wan serê xwe li ber zilm û zextan ne tewandî ye.

Pitî axaftinan bi yek lîsteyê hilbijartin pêk hatin û weke hevserokên BDPa Bêgirê Safure Gune û Vahap Arslan hatin hilbijartin.
XEBATÊN RÊXISTINKIRINÊ YÊN BDP'Ê
RÊXISTINA BDP'A CEYHANÊ 2. KONGREYA XWE YA ASAYÎ PÊK ANÎ


Ne tenê li bajar û navçeyên Kurdistanê her wiha li bajar û navçeyên Tirkiyê jî xebatên BDPê yên rêxistinbûyînê didomin..

Rêxistina BDPa navçeya Edenê Ceyhanê li Salona Muzikhol a Tuncay Karabay 2. Kongreya xwe ya asayî pêk anî..

Li vir jî tevî aredarê navçeya Navçeya Mêrsîn Akdenîzê Mehmet Fazil Turk, Endamên Meclîsa Partiyê Diyadîn Firat, Îbrahîm Yakut û Nîhat Akdogan, gelek kes tevlî kongreyê bûn..

Her wiha nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî jî di kongreyê de amade bûn.

Pitî axaftinan bi yek lîsteyê hilbijartin pêk hat û Seyfettîn Aydemîr weke Serokê BDPa Ceyhanê hate hilbijartin.

762 car hate xwendin
Parve Bike  
KURDISTAN