Syemn Kongreya Rxistina BDP'a Mrdn pk hat.
Dem : 2013.01.27  19:00:25
Salona kongrey bi aln BDP wneyn Sakne Cansiz, Fdan Dogan Leyla aylemez ve hate xemilandin.

LI MÊRDÎNÊ 3.KONGREYA AWARTE YA BDP PÊK HAT
REAT KAYMAZ JI BO SEROKATIYA BAJÊR HAT HILBIJARTIN

Sêyemîn Kongreya Rêxistina BDP'a Mêrdînê pêk hat.

Salona kongreyê bi alên BDPê û wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla aylemez ve hate xemilandin.

Ligel bi sedan delegeyan Hevserokên KCDÊ Ahmet Turk û Aysel Tuxluk jî bedarî kongreyê bûn.

Hevseroka BDPa Mêrdînê sîhem Elveren Alp axaftina destpêkê kir û bal kiand ser operasyonên lekerî û qirkirina siyasî.

Paê Hevserokê KCDê Ahmet Turk Axivî.  

Turk têkildarî hevdîtina xwe ya li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist ku Ocalan destpêkê ji hemû gel û hevalên jin re silav andin.

Turk anî ziman ku Ocalan ji wan re gotiye, 'Em dibêjin pirsgirêka Kurd di heman demê de pirsgirêka Rojhilata Navîne. Heta gelê Kurd azad nebe Tirkiye jî û Rojilata Navîn jî azad nabe. Heta Tirkiye azad nebe gelê Kurd jî azad nabe'.

Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk bal kiand ser êrîên li dijî Rojavayê Kurdistanê û diyar kir, hin hêz dixwazin gelê Kurd li Rojavayê tenê bihêlin û bifetisînin.  

Pitî axaftinê raporên malî û xebatê hatin xwendin û bi yek lîsteyê hilbijartin pêk hat.

Di hilbijartinê de ji bo Serokatiya BDP'a Mêrdînê Reat Kaymaz hat hilbijartin.

KONGREYA RÊXISTINA BDP'A ELBAKÊ
SENAT YEÎLIRMAK BÛ SEROKÊ NAVÇEYÊ   

Li navçeya Wan Elbakê jî kongreya rêxistina BDPê pêk hat.

Di yekemîn kongreya asayî de Senar Yeîlirmak bû serokê BDP'a Elbakê.

KONGREYA RÊXISTINA BDP'A NORÎNÊ
HAKAN TADIK Û NEBÎLE AKKURT BÛN HEVSEROK


Duyemîn Kongreya Awarte Rêxistina BDPa navçeya Bedlîs Norînê jî li avahiya navenda çandê ya aredariyê pêk hat.   

Parlementerê bajêr Hüsamettin Zenderliolu bedarî kongreyê bû û komkujiya PArîsê ermezar kir.

Pitî axaftinan hilbijartin pêk hatin û Hakan Tadik û Nebîle Akkurt bûn hevserokên BDP'a Norînê....  

KONGREYA BDP' MAMAKÊ
YILDIZ BAHÇECÎ BÛ SEROKA NAVÇEYÊ
 
Li navçeya Enqere Mamakê jî duyemîn kongreya BDPê pêk hat.

Di hilbijartinê de Yildiz Bahçecî bû seroka BDP'a Mamakê.
 

682 car hate xwendin
Parve Bike  
KURDISTAN