Mal  -  ROJANE
BDP' bi 3 navn n ser li Wezareta Dad da
Dem : 2013.02.20  18:31:10
Derbar heyeta ku w bie mraliy de Hevserokn BDP' Selahattn Demirta Gultan Kianak daxyaniyek dan. Di daxyaniy de nav 3 parlementern ku w bie mraliy hatin ekere kirin.

HEVDÎTINA BDP'Ê BI OCALAN RE
BDP'Ê NAVÊN 3 PARLEMENTERÊN KU WÊ BIÇIN ÎMRALIYÊ EKERE KIRIN

Di daxûyaniya nivîskî de tê destnîankirin ku partiya wan, ji bo biçe Îmraliyê navên cigira Hevserokan Pervîn Buldan, Parlementer Sirri Sureya Onder û Altan Tan destnîan kirine.

Derbarê mijarê de ev agahî bi raya gitî re tê parvekirin:

"Derbarê çûyîna heyeta duyemîn a Îmraliyê de, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina bi birayê xwe Mehmet Ocalan re diyar kiriye ku ew di çapemeniyê diopîne û helwesta hukûmetê ya derbarê vê mijarê de erênî nabîne.

Birêz Ocalan di vê hevdîtinê de gotibû ez dixwazim hevsrokan re niqa bikim. Lê ji bo ev pêvajo neyê xetimandin 3 navên din ên ji parlementer Sirri Sureya Onder, Altan Tan û Pervîn Buldan pêk tê jî pêniyar kiribû.

Di civîna me de ev pêniyar hat nirxandin û nêzikatiya birêz Ocalan a ji bo pirsgirêk çareser bibe û ev xetimandin bi dawî bibe pir girîng û bi qîmet hat dîtin.

Me jî li ser navê partiyê, ev hersê hevalên xwe, ji bo biçe Îmraliyê wezîfedar kir û li gorî vê biryarê serî li wezareta Edaletê da.

778 car hate xwendin
Parve Bike  
ROJANE