Heyeta KCD BDP' li baurin
Dem : 2013.03.01  18:31:10
Heyeta BDP KCD ku ev du roje ji bo hin hevdtinan li Bar kurdistan ye, ro j hevdtinn xwe domandin. Heyet bi Tevgera Goran Partiya Yekgirt ya slam re hevdtin pk ann.

HEYETA KCD Û BDP'Ê LI BAURIN
ÎRO BI GORAN Û YEKGIRTU ÎSLAMÎ RE HEVDÎTIN PÊK HATIN

Heyeta BDPê Û KCDê ku ev du roje ji bo hin hevdîtinan li Baûrê kurdistanê ye, îro jî hevdîtinên xwe domandin.

Heyetê bi Tevgera Goran û Partiya Yekgirtî ya Îslamî re hevdîtin pêk anîn.

Heyeta ku ji Hevserokên BDP'ê Selahedîn Demîrta û Gultan Kianak, Hevserokên KCD'ê Aysel Tûglûk û Ahmet Turk, Parlementerên BDP'ê Altan Tan û Sirri Sureyya Onder pêk tê, îro di saetên sibehê de çûn serdana Partiya Yek girtuyî Îslamî.

Heyet paê çû serdana tevgera goran.

Heyetê li vir bi Serokê Tevgera Goran Noîrwan Mistefa re hevdîtin pêk anî.

Hevserokê KCDê Ahmet Turk derbarê serdanê de bersiv da pirsên rojnamevanan û diyarkir, ku ew li vir bi partî û rêxistinên siyasî re hevdîtinan pêk tînin.

795 car hate xwendin
Parve Bike  
KURDISTAN