Mal  -  ROJANE
Civna hevserokn KCD BDP'
Dem : 2013.03.11  12:35:23
Derbar Newroza sal de hevserokn KCD BDP doh li Amed civnek apemeniy li darxistin.

Hevserokên KCD Ahmet Turk û Aysel Tugluk û Hevserokên BDPê Gultan Kianak û Selaheddîn Demirta derbarê giringî û pîrozbahiyên Newroza 2013an de li avahiya BDPê civîna çapemeniyê li darxistin.

Tevî hevserokan, endam û rêveberên BDP û KCDê û aredar jî tevlî civînê bûn.

Hevserokê KCDê Ehmed Turk derbarê giringiya newroza Îsal de axivî û diyarkir, wê îsal Newrozê bi slogana "Ji Ocalan re azadî,  ji gelê Kurd re Statu" pîroz bikin.

Turk diyarkir Pîrozbahiyên newroza Îsal wê pêeroja gelê kurd diyar bike û wiha dewam kir;  

Emê Newrozê li gorî rihê pêvajoyê pîroz bikin. Ev Newroz, wê bibe newroza azadiya Ocalan û statuya gelê kurd. Ji bo azadiya Birêz Ocalan gelê me wê serhildan, berxwedan û hêza xwe li qadan derxe holê. Gelê kurd ji bo statuya xwe û mafê xwe yê wekheviyê bixwaze, wê li qadan deng û awazê xwe bilind bike. Ev newroz wê bibe Newroza çareserî, azadî û statuya gelê kurd.

Turk her wiha diyarkir  wê ev newroz bibe mizgîniya pêvajoyek nû.

HEVSEROKÊN KCD'Ê Û BDP'Ê DAXUYANIYA HEVBE DAN
TURK: NEWROZ WÊ LI 130 NAVENDAN WERE PÎROZ KIRIN

Derbarê pîrozbahiyan de jî turk got, Newroz wê li 42 jê bajar bi gitî li 130 navendan were pîroz kirin.

Û diyarkir heya niha ji bo 1950 sazî û dezgehên navnetewî û kesayetan dawetiye andine.

Turk giringiya peyama newroza Amedê jî destnîankir û bang li gelê kurd kir daku Newrozê li qadan, weke mea azadiyê pêwazî bikin.

Hevseroka KCDê Aysel Tugluk jî got, ya ku vê pêvajoyê giring dike, hevdîtinên bi rêberê gelê Kurd Ocalan re ne û diyarkir,  ji bo pêvajo pêde biçe divê ert û mercên Ocalan werin sererastkirin.

HEVSEROKÊN BDP'Ê
' EV NEWROZ WÊ BIBE NEWROZA HERÎ MEZIN'

Hevserokê BDPê Selaheddîn Demirta jî  bal kiand ser giringiya dîrokî ya Newrozê.

Demirta got;

Newroza Îsal wê bibe wesîle ku gel daxwazên xwe yên çareseriyê bînin ziman.

Demirta diyarkir, pîrozbahiyên îsal wê gelek girseyî bin û ev newroz wê bibe newroza herî mezin.

Demirta got, peyama ku rêberê gelê Kurd Ocalan di Newrozê de bide, wê rotaya dema nû biguhere û bandorê li herêmê jî bike.

Hevseroka BDPê Kianak jî axivî û diyarkir ev newroz wê bibe destpêka pêvajoyek nû.

Kianak bang li gelê kurd û hemû dostan kir daku Newrozê li qadan pêwazî bikin.

757 car hate xwendin
Parve Bike  
ROJANE