Mal  -  POLTKA
CIVNA KOMA BDP
Dem : 2013.03.26  18:45:10
ro civna Koma BDP heb. Hevserok partiy Selahattn Demrta axiv. Di rojeva Demrta de, rapora komkujiya Robosk pvajoya mraliy heb.

CIVÎNA KOMA BDP
HEVSEROK DEMÎRTA MIJARÊN DI ROJEVÊ DE NIRXANDIN

Îro civîna Koma BDPê hebû.

Hevserokê partiyê Selahattîn Demîrta axivî.

Di rojeva Demîrta de, rapora komkujiya Roboskê û pêvajoya Îmraliyê hebû.


Hevserokê Gitî yê BDP'ê Selehattîn Demîrta, di civîna Koma partiya xwe de mijarên di rojevê de nirxandin.

Demîrta, pêî operasyona li Amedê ya li dijî endam û rêveberên wan pêk hat ermezar kir û operasyon weke provakasyon bi nav kir.

Demîrta, di dewamiya axaftina xwe de bal kiand ser pîrozbahiya Newrozê û ji bo hemû kesên bedarî pîrozbahiyan bûne, spasiyên xwe pêkêî kirin.

Demîrta got, pîrozbahiyên herî mezin îsal pêk hatin û mîtînga li Amedê jî ya herî mezin a li Rojhilata navîn bû.

Hevserokê BDPê Demîrta, di dewama axaftina xwe de Rapora komkujiya Roboskê jî nirxand û diyar kir, ku komîsyona meclîsa tirk weke propagandaya AKP'ê rapor amade kiriye û hewl daye bûyerê veêre.

Demîrta, anî ziman ku berî her titî divê komîsyon li wijdanê xwe guhdar bike û eger wisa neke û li gorî nasnameya xwe ya siyasî tev bigere, sûc dike.

Selahattîn Demîrta piraniya axaftina xwe ji pêvajoya Îmraliyê û peyama rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan re veqant.

Demîrta diyar kir, rêberê gelê kurd Ocalan bi peyama xwe manîfestoya atiyê pêkêî gelên rojhilata navîn kiriye.

Hevserokê BDP'ê li ser niqaên vekiandinê û agirbestê jî rawestiya û xwest ne tenê ji bo vekiandinê, divê ji bo hemû xebatan ewlehiya qanûnî û biryara meclisê hebe.

Axafinta Demîrta bi van gotinan bi dawî bû.

Divê biryar û vîna meclisê hebin. Divê vekiîn bi ewlehiya qanûnî pêk bê. Ji bo Komîsyona Mirovên Aqîl heta niha di destê me de lîsteya navan tuneye. Bê guman wê lîsteyek me jî hebe. Lê divê berî hertitî rêgeza kesan li ber çavan bê girtin. Divê kesên ji aliyê her kesî ve tên qebûlkirin hebin. Komîsyona Zilamên akîl tê gotin. Em wekî partî li dijî vê yekê ne. Feraset û felsefeya me ya azadiya jinê li hemberî vê yekê ye. Divê hurmeta me ji bo jinan û dayikan hebe. Em destûrê bidin bila bi giranî hevalên jin cih bigirin. Heta niha her tim zilaman er derxist. Jin jî wê atiyê bi pêxin.

948 car hate xwendin
Parve Bike  
POLTKA