Civna koma BDP ya li meclisa tirkiy
Dem : 2013.04.16  17:43:14
Li meclisa tirkiy ro civnn komn partiyan hebn. Hevseroka BDP Gultan Kianak di civna koma partiya xwe de mijarn di rojev de nirxandin.

CIVÎNA KOMA BDP YA LI MECLISA TIRKIYÊ
HEVSEROK KIANAK MIJARÊN DI ROJEVÊ DE NIRXANDIN

Li meclisa tirkiyê Îro civînên komên partiyan hebûn.

Hevseroka BDP Gultan Kianak di civîna koma partiya xwe de mijarên di rojevê de nirxandin.



Kianak di destpêka axaftina xwe de mijarên di rojeva Tirkiyê de û li benda çareseriyê ne wiha rêzkirin; Divê zimanê siyasetvanan biguhre, her kes destekê bide pêvajoyê û girtiyên nexwe tavilê bêne berdan.

Hevseroka BDP Kianak anî ziman ku li gelek deveran wan civîn çêkirine û pirraniya civakê alîgira çareseriyeke demokratîk e.

CIVÎNA KOMA BDP'Ê
KIANAK: 'PIRANIYA CIVAKÊ ÇARESERIYEKE ADIL DIXWAZE'

Gultan Kianak bibîrxit ku di civînên pêengiya DOKH de jî derketiye holê ku jin çiqas bi hêz xwedî li pêvajoyê derdikevin û bi berpirsiyariyên xwe radibin û wiha got:

Di gera me ya herêman de me bi dehan komele û rêxistinên civaka sivîl re jî hevdîtin pêk anîn û nûnerên van dezgehan dibêjin, 'Em bi rewa hemû herêmên Tirkiyê re mijûl dibin, lewma em dikarin di navbera herêman bibin pira atiyê.

Kianak herwiha bal kiand ser rexneyên komele û rêxistinên civaka sivîl yên li dijî AKPê û got: 'AKP dibêje, bila ti kes ji bo me nebêje paverû, dîktator û faîst, lê ew bixwe her roj ji me re dibêjin, 'terorîst.

Kianak xwest ku di serî de serokwezîrê tirk, hemû siyasetvan uslubên xwe bigiherînin û hukûmet jî bi gavên ku bavêje, baweriyê bide civakê.

Kianak wekî din got, li herêmê ji me hat xwestin, ku em bang li CHPê jî bikin da ku ji helwesta xwe ya a û neçêker vegere û destek bide pêvajoyê.

CIVÎNA KOMA BDP'Ê
KIANAK: 'CIVAK DIXWAZE SÎSTEMA QORICITIYÊ WERE RAKIRIN'

Kianak herwiha sîstema qoricitiyê jî bi tundî rexne kir û got: 'eger niha em behsa pêvajoyeke çareseriya demokratîk dikin, lazime sîstema qoricitiyê were bettalkirin.

Kianak di dewama axaftina xwe qurbaniyên qirkirina enfalê bi bîr anî, kujer û hevkarên wan ermezar kirin.

'Gelê kurd di sedsala 21. de jî di bin tehdîta qirkirinan de ye, li rojava û rojhilatê Kurdistanê îaretên vê yekê ji holê ranebûne. Lewma divê niha rewa rojavayê Kurdistanê ba were nirxandin, em nehêlin serdest û dîktator komkujiyan pêk bînin.

Hevseroka BDP Gultan Kianak li ser rewa girtîgehan jî rawestiya û got, tevî ku bi pakêta 3. û 4. girtiyên nexwe dikarin bêne berdan, wezareta dadê xwe ker û lal kiriye.

CIVÎNA KOMA BDP'Ê
KIANAK: 'DI SERÎ DE GIRTIYÊN NXWE, DIVÊ HEMÛ GIRTIYÊN SIYASÎ BÊNE BERDAN

Kianak bibîr xist ku 413 nexweên girtiyên nexweiyên giran hene û 12 ji wan li ber mirinê ne. Lazime wezareta dadê tavilê bikeve nava liv û tevgerê.

Kianak wekî din behsa destpêka operasyonên qirkirina siyasî ya di 14 Nîsanê sala 2009an de kir û got, zêdetirî 10 hezar siyasetvan û hilbijartiyên kurd li girtîgehan de ne...

698 car hate xwendin
Parve Bike  
KURDISTAN