GEL KURD: Ev Heqeret e, nila ran lborn bixwaze
Dem : 2013.04.21  17:49:04
Li bajar Merwan hzn rejm cil bergn kurd yn jinan li tawanbaran kirin, ev yek b sedema nerazbn. Ensttuya Wjey ya Kurd ya Urmiy j nerazbneke tund nan da, bang li Iran kir ku lborn bixwaze.

ÎRANÊ CILÊN KURDÎ YÊN JINAN LI TAWANBARAN KIRIN
GELÊ KURD: EV HEQARET E, BILA ÎRAN LÊBORÎNÊ BIXWAZE

Li bajarê Merîwanê hêzên rejîmê cil û bergên kurdî yên jinan li tawanbaran kirin, ev yek bû sedema nerazîbûnê. Enstîtuya Wêjeyî ya Kurdî ya Urmiyê jî nerazîbûneke tund nîan da, bang li Iranê kir ku lêborînê bixwaze.


Roja sêemê 16 nîsanê li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Merîwanê hêzên rejîmê cil û bergên kurdî yên jinan li hinek tawanbar û girtiyan kiribû, li nava bajêr gerandibû.

Ev yek bû sedema nerazîbûna jinan û paê gelê Merîwanê li dijî vê yekê nerazîbûn nîan da.

Hinek dîmenên YJRK'ê hebin ba e...

Yekîtiya Jinên Rojhilatê Kurdistanê YJRK'ê jî li dijî vê yekê helwesta xwe diyar kir û nerazîbûneke tund nîan da. YJRK'ê diyar kir ku ev polîtîkaya biçûkdîtina neteweya kurd e. Ev li dijî gelê kurd û li dijî jinan bêrêzî ye û ev yek nayê qebûlkirin. Pêwîst e berpirsiyar bêne cezakirin.

Li ser vê helwesta rejîma Îranê û kiryara qirêj a rêveberê Merîwanê, Enstîtuya Kurdî ya bajarê Urmiyê jî nerazîbûneke tund nîan da.

Di daxuyaniya Enstîtuya Kurdî ya Urmiyê de bang li Îranê tê kirin ku lêborînê ji gelê kurd bixwaze û wiha tê gotin:

"Xelkê bi rûmet ê Kurdistanê
Di civaka Îranê de çîna jinê bea herî perçiqandî ye. Lê divê ba bê zanîn, eger jin nebe, jiyan jî nabe.
Bê jin, jîn jî berdewam nabe. Jin rûmeta civakê ye.

Wekî em dizanin, di rojên bihûrî de hêzên Îranê hin tawanbar mecbûr kiribûn ku kincên kurdî ên jinan li xwe bikin û ew li nava bajarê Merîwanê gerandibûn.
Ev yek di serî de bêrêziya li hemberî gelê kurd û bêrêziya li hemberî jinan e.
Gelo kincên kurdî û kincên jinan ên tawanbaran in?
Em wekî Navenda Çanda Wêjeyî ya Kurmanc a li Zanîngeha Urmiyê, vê yekê ermezar dikin.
Em bang li rêveberiya Îranê dikin ku, terka van kiryarên bi vî rengî bikin, berpirsiyaran derxin holê û wan ceza bikin.
Em bang li rayedaran dikin ku lêborînê ji gelê kurd bixwazin."

Li aliyê din ji bo pitgiriya jinên kurd, mêran jî kampanya pitgiriyê da destpêkirin û cil û bergên jinan li xwe dikin.

Vê kampanyayê di serî de li nava kurdên li Swêdê dest pê kir û her ku diçe berfireh dibe.

Di nava tora civakî de jî wêneyên mêran ku cilên jinan li xwe kirine têne belavkirin.



1832 car hate xwendin
Parve Bike  
JNGEHA KDE