Mal  -  ROJANE
Kongreya Meclisa jinan a BDP
Dem : 2013.04.29  13:40:17
2. Kongreya asay ya jinan bi ara ''Jina Rxist, Rizgariya Demokratk Jiyana azad'' pk hat. Bi hezaran jin n ji kurdistan tirkiy tevl kongrey bn. Di axaftinan de jinan, diyarkirin, ew bi awayek hn rxist pengiya qonaxa areseriy bikin. Hevseroka BDP Gultan Kianak ya KCD Aysel Tugluk j di kongrey de xtab jinan kirin.

2. Kongreya asayî ya jinan bi îara ''Jina Rêxistî, Rizgariya Demokratîk û Jiyana azad'' pêk hat.

Bi hezaran jin ên ji kurdistanê û tirkiyê tevlî kongreyê bûn.

Di axaftinan de jinan, diyarkirin, ewê bi awayekî hîn rêxistî pêengiya qonaxa çareseriyê bikin.

Hevseroka BDPê Gultan Kianak û ya KCDê Aysel Tugluk jî di kongreyê de xîtabî jinan kirin.

Kongre bi hilbijartina meclisê bi dawî bû.

2. KONGREYA ASAYÎ A MECLISA JINAN A BDP'Ê
BI HEZARAN JIN TEVLÎ KONGRÊ BÛN

Axaftina vekirinê ya 2. Kongreya Jinan a BDPê berdevka Meclîsa jinan a BDPê Pelîn Yilmaz kir û balkiand ser têkoîna jinan a azadiyê.

Yilmaz behsa komkujiya parîsê jî kir û got, me komkujî jibîr nekiriye û em ji bîr nakin.

Pitî xwendina peyama gitiyên PAJKê hevseroka BDPê Gultan Kianak axivî.
Hevserok Kianak balkiand ser pêngava rizgariya Demokratîk a ji aliyê rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan ve hatiye dest pê kirin û wiha got;

"Xwedî derketina li pêvajoya Birêz Ocalan daye destpêkirin girîng e. Giringe em bibin layîqê dayîkên atiyê û hemû dayîkên zarokên xwe winda kirine. Emê vê têkoînê mezin bikin û bigihijînîn serkeftinê".

Gultan Kianak diyar kir divî erî de herî zêde jinan ê kiandiye û got, ji ber vê jî emê tekoîna xwe bi hêztir bikin û xwe bi rêxistin bikin.

Paê hevseroka KCDê Aysel Tugluk xitabî jinan kir.

Tugluk got, 'em ê weke jinên kurd û siyasetmedarên kurd vê têkoînê biserbixin, em soza vê yekê didin'.

Tugluk anî ziman, ewê jiyana azad û demokratîk bi hev re îna bikin û wiha axivî:

 "Birêz Ocalan Rêberê vî gelî ye. Ji bo Birêz Ocalan bi hêz tevlî pêvajoyê bibe divê ertên wî bên sererastkirin. Ji bo Birêz Ocalan bang li gelê kurd û tirk bike divê ertên wî bên sererastkirin''.

Pitî axaftina Tugluk, dayîka aitiyê Kîbriye Ektîren, xwika rêberê gelê kurd Fatma Ocalan, ji Tevgera Goran Fevziye Fekîrest, û mêvanên ji Ewrûpa û tirkiyê badarî kongrê bûn peyamên xwe dan.

Pitre jî rapora xebatan hat xwendin.

Pitî nirxandina kar û xebatan, lîsteya hilbijartinê ya meclîsa jinan a BDPê ji dîwanê re hate pêkêkirin.

Lîste bi yek dengî hat qebûlkirin.

Li gor vê, jinên ku di meclîsa jinan de cih digirin ev in;

Pelîn Yilmaz, Naîle Balî, Aye Yildîz, Necla Nergîz, Hamîde Yuksel, Miyeser Çelîk, Sakîne Kayran, Cîhan Ekîn, Aysel Ceylan, Naîle Cokun, Muslîme Kaplan, Hulya Taar, Hatîce Gungor, Emîne Înan, Rahan Engîn, Kiymet Ilgaz, Aynur Aan, Leyla Erdem, Zeynep Uren, ems Akin, ahcan Tuner, Zehra Suleymaoglu, Emîne Esmer û Altun Yaray

2. Kongreya meclisa jinan a BDPê bi slogana "Jin jiyan azadi" bi dawî bû.

 

KONGREYA MECLISA JINAN A BDP
LI ENQERÊ ÊRIA NÎJADPERST

ofêrên ji Wanê ku ji bo kongrê jin anîbûn Wanê, evê din rastî êria komek nîjadperst hatin.

Ferîd Gedûk ku di dema êriê de tiliya wî ikiya, behsa êriê kir.

Gedûk got, dema diçûn lokantayê, komeke ku di wesayîta sivîl de bû, êri pêk anî.

Pitî ku kesên li derdorê ketin navberê koma êrikar ji cihê bûyerê dûr ket.

Gedûk diyarkir, di dema êriê de esnafan jî destek daye koma êrikar.


871 car hate xwendin
Parve Bike  
ROJANE