Mal  -  ROJANE
Civnn gel n bi BDP' re berdewam dike
Dem : 2013.05.09  20:44:49
Pit ku Rber Gel Kurd Abdullah Ocalan di Newroza Amed de banga drok kir xwest li na er ekdar tkona siyaseta demokratk b meandin pvajoya atiy b destpkirin BDP' KCD' ji bo areseriya demokratk "Pvajoya areseriy" ya bi silogana "Rizgariya Demokratk Jiyana Azad" da destpkirin. BDP' li Wan, Mrdn, irnex civn pk ann, li Dlok esnaf ziyaret kirin li Rihay j ji bo civnan belavokn bang belav kirin.

Pitî ku  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza Amedê de banga dîrokî kir û xwest li ûna erê çekdarî têkoîna siyaseta demokratîk bê meandin û pêvajoya atiyê bê destpêkirin BDP'ê û KCD'ê ji bo çareseriya demokratîk "Pêvajoya Çareseriyê" ya bi silogana "Rizgariya Demokratîk Jiyana Azad" da destpêkirin. BDP'ê li Wan, Mêrdîn, irnexê civîn pêk anîn, li Dîlokê esnaf ziyaret kirin û li Rihayê jî ji bo civînan belavokên bangê belav kirin.

PAYIZAVA

Rêxistina BDP'ê û KCD'ê ji bo pêvajoya siyasî bi gel re parve bike û daxwazên gel bistîne civinên xwe yên li tax, gund, navçe û bajaran berdewam dike. Li aliyê din jî hem eznaf û saziyan ziyaret dike û hem jî amadekariyên civînên nû dike. Rêxistina BDP'ê ya Payizava ya Wanê bi heman armancê li salona Konferansê ya Yurta Xwendekarên Jin a ÎMKB'ê civina gel pêk anî. Di civînê de parlamenteren BDP'ê Rêveberên BDP'ê yên navendî û bi sedan welatî amade bûn. Di civînê de geedanen nava pêvajoyê bi gel re hat parvekirin û nerîn û daxwazên gel ên der barê pêvajoyê de nerinên xwe anîn ziman.

SÎLOPÎ
Li navçeya Silopî ya irnexê jî KCD'ê û BDP'ê civîna gel pêk anî. Li taxên Yenîehîr, Nuh û Cudî civinên gel hatin lidarxistin. Di civîne de endam û rêveberên. Li vir pankartên "Em pengava rzgariya demokratik silav dikin" hat vekirin û siloganên "Biji Serok Apo" berz kir. Li taxan posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pêengê PKK'ê hatin vekirin.

DERK

Li navçeya Dêrika Mêrdînê jî bi heman armancê civîna gel hat lidarxistin. Di civîna ku reveberên BDP û KCD'ê bedar bûn de li gundê Heboiyê bi sedan welatî amade bûn.

QOSER

Rêxistina BDP'ê ya Qoserê jî li gundên Tahtok, (Medê Heyto, Mustafamillik, Golî civînên gel pêk anîn. Li vir jî posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan alên KCK û BDP'ê hatin vekirin. Di civînê de li ser pêvajoyê agahdarî hat kirin û nerînên geh hatin guhdarkirin

DÎLOK

Rexistina BDP'ê ya Dîlokê jî beriya civîna sibê ku li Dîlokê pêk bîne eznaf ziyaret kirin û xwestin her kes bedarî civînê bibin. Di civîna sibê de Hevseroka Gitîya BDP'ê Gultan Kianak, Parlamenterên BDP'ê û rêveberên BDP'ê jî dê tev li civînê bibin. Heyeta BDP'ê dê sibê saet di 13.00'an de li balafirgehê bên pêwazîkirin û saet di 15.00'an de biçe Nîzîpê û saet di 17.00'an de jî dêli navçeya ehitkamilê civînê pêk bîne. Dê saet di 19.00'an de jî li Otela Ravanda bi saziyên sivîl ên civakî re civînê pêk bîne.

RIHA

Rêxistina BDP'e ya Rihayê jî bi heman armancê dê di rojên pê de bi tevlêbûna Hevseroka Gitî ya BDP'ê Gultan Kianak û parlamenterên BDP'ê civîna pêk bîne. Ji bo banga civînan û pêwazîkirina heyetê li taxa Eyyubiye û Eyyup Peygamberê belavok hatin belavkirin û esnaf hatin ziyaretkirin. Yildiztekin, diyar kir ku di 13'ê Gulanê de heyeta BDP'ê dê saet di 10.30'an de bê pêwazîkirin û saet di 12.00'an de li Xelfetî, saet di 14.30'an de li Pirsûsê, saet di 18.00'an de li Wêreanarê civînên gel pêk bînin. Di 14'ê Gulanêde jî saet di 10.00'an de li Serêkanîyê saet di 13.30'an de li Siverekê û saet di 17.00'an de li Rihayê civînên gel pêk bînin. Saet di 20.00'an de jî li Mozaik AVM'ê bi saziyên sivîl ên civakî re bên cem hev.

HEZEX

Li navçeya Hezexê jî dê sibê bi tevlêbûna Hevserokê Gitî yê BDP'ê Selahattin Demirta û parlamenterên BDP'ê civîna gel bê lidarxistin. Heyet pitre dê derbasî irnexê bibin.

759 car hate xwendin
Parve Bike  
ROJANE