Kongreya BDP'a Drsm d di 8' hezran de ye
Dem : 2013.06.07  18:56:41
Rxistina BDP' ya Drsm diyar kir ku d di 8' hezran de bi tevlbna Hevserok Git y BDP' Selahattn Demrta wekln BDP' kongreya xwe li dar bixin.

Rêxistina BDP'ê ya Dêrsîmê diyar kir ku dê di 8'ê hezîranê de bi tevlîbûna Hevserokê Gitî yê BDP'ê Selahattîn Demîrta û wekîlên BDP'ê kongreya xwe li dar bixin.

Rêxistina BDP'ê ya Dêrsîmê têkildarî amadekariyên kongreya xwe ya dê di 8'ê hezarînê de li dar bixin civîna çapemeniyê li dar xist. Endamê Meclîsa BDP'ê Mazlum Kayaalp, aredara Dêrsîmê Edîbe ahîn û rêveberên BDP'ê tevlî civînê bûn. Wekîlê Serokê Rêxistina BDP'ê yê Dêrsîmê Sînan Kirmiziçîçek bernameya kongreyê akera kir û diyar kir ku kongre dê di 8'ê hezîran li Salona Sporê bi tevlîbûna Hevserokê Gitî yê BDP'ê Selahattîn Demîrta, wekîlên BDP'ê Nazmî Gur û Nursel Aydogan dê tevlî kongreyê bibin.

Kirmizçîçek, anî ziman ku heyeta BDP'ê 2 roj berê kongreyê dê bên Dêrsîmê û wiha got: "Demîrta û heyeta pê re dê di 6'ê hezîranê saet di 11.00'an de dê li Pertagê civîna gel li dar bixin. Xozatê saet di 14.00'an de dê tevlî civîna gel bibe. Saet di 19.00'an dê Cemxaneyê ziyaret bike. 7'ê hezîranê jî dê bi malbatên endamên HPG'ê yên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan li Otela Grand aroglu bê cem hev. Saet di 13.00'an de jî dê tevlî civîna gel bibe. Seat di 16.00'an de tevlî bernameya aredariyê bibe. Saet di 17.00'an de dê esnafan ziyaret bike. Saet di 19.00'an de jî dê bi rêxistinên sivîl re li Otela Grand aroglu bê cem hev."

1344 car hate xwendin
Parve Bike  
KURDISTAN