Mal  -  ROJANE
Heyeta BDP ya bi Ocalan re hevdtin bike hj li benda bersv ye
Dem : 2013.06.23  20:22:33
Heyeta BDP' ku ji bo bi Rber Gel Kurd Abdullah Ocalan re hevdtin bike ser li Wezareta Dad dan, ji ber ku heta niha Wezareta Dad tu bersv nedaye wan nikarin biin mraliy.

Heyeta BDP'ê ku ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike serî li Wezareta Dadê dan, ji ber ku heta niha Wezareta Dadê tu bersîv nedaye wan nikarin biçin Îmraliyê.


Heyeta BDP'ê ku herî dawî di 7'ê Hezîranê de çûn Girava Îmraliyê û bi Rêberê Rêberê Gelê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin, ji bo ku îro dîsa biçin Girava Îmraliyê duh serî li Wezareta Dadê dabûn. Lê ji ber ku heta niha Wezareta Dadê tu bersîv neda heyeta BDP'ê, heyet neçû Îmraliyê. Der barê mijarê de Serokwekîla Koma BDP'ê ya Pervin Buldan, diyar kir ku ji ber heta niha tu bersiv ji wezaretê negirtine dê hevdîtin îro pêk neyê. Buldan anî ziman ku ew li Enqereyê ye û pitî bersîv ji Wezaretê bê dê biçin Îmraliyê.

809 car hate xwendin
Parve Bike  
ROJANE