Mal  -  ROJANE
Partiyn siyas BDP ziyaret kirin
Dem : 2013.08.11  13:40:50
Di aroveya ziyareta ji bo Cejna Remezan ya di nava partiyn siyas de heyetn AKP, DSP, Partiya Yeiller Sol Gelecek, CHP HAKPAR' n serdena Navenda Git ya BDP'.

Di çarçoveya ziyareta ji bo Cejna Remezanê ya di nava partiyên siyasî de heyetên AKP, DSP, Partiya Yeiller û Sol Gelecek, CHP û HAKPAR'ê çûn serdena Navenda Gitî ya BDP'ê.

Heyetên partiyên siyasî yên ku hatin avahiya BDP'ê ji aliyê Alîkara Hevseroka Gitî ya BDP'ê Yuksel Mutlu û endamên Meclisa BDP'ê Selahattîn Esmer û Arîf Yildiz ve hatin pêwazîkirin. Beriya ziyareta heyeta AKP'ê Hevseroka Gitî ya BDP'ê Yuksel Mutlu daxuyaniyeke kurt li avahiyê da û da zanîn ku bi destpêkirina pêvajoyê re ev 7 mehe cenazeyên gerîla û lekeran nayên. Ji ber wê jî em pêvajoya ku ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin gelek girîng dibînin.

'Tevli pêvajoyê bibin'

Li ser navê heyeta partiya AKP'ê û parlamentera Enqerê ya AKP'ê Emrullah Îler da zanîn ku ew girîngiyê didin pêvajoya ku ev 7 mehe hatiye destpêkirin û wiha got: "Ji kîjan netewê dibe bila bibe, ji kîjan mezhebê dibe bila bibe her kes birayê hev e." Der barê bûyerên li Rojava û Sûriyeyê de jî Îler axivî û da zanîn ku ew naxwazin ku xwîn birije.
Pitî ziyareta heyeta AKP'ê heyeta DSP'ê BDP'ê ziyaret kir û di ziyaretkirinê de Hevseroka Gitî ya BDP'ê Yuksel Mutlu daxwaza ji bo pitgiriya pêvajoya çareseriyê li heyeta DSP'ê kir. Pitî ziyareta heyeta DSP'ê heyeta Partiya Yeiller û Sol Gelecek hatin ziyaretkirina BDP'ê.

'Pêvajo gelek girîng e'

Li ser navê heyetê Latîf Kose axivî da zanîn ku ew pêvajoya ku destpêkiriye gelek girîng dibînin. Pitî heyeta Partiya Yeiller û Sol Gelecek, heyeta Partiya Saadetê hat ziyareta BDP'ê. Di ziyaretê de li ser navê heyetê Alîkarê Serokê Gitî ya Saadetê Hasan Bîtmez axivî û da zanîn ku ji bo atiyê çi peywir têkeve ser milê kesan divê pêk bîne û diyar kir ku ew pêvajoyê erênî dibînin. Di ziyareta heyeta CHP'ê de jî li ser navê heyetêAlîkarê Serokê Gitî ya CHP'ê Erdogan Toprak axivî. Toprak destnîan kir ku serokwezîr Erdogan gotiye dê meclis zû vebibe û wiha got: "Divê hemû partî tevli pêvajoya demokratîkbûyîna Tirkiyeyê bibin." Herî dawî heyeta HAKPAR'ê hat ziyareta BDP'ê. Li ser navê jeyetê Alîkara Serokê HAKPAR'ê Aye Çelîk rewa li Rojava bi bîr xist û diyar kir kul i Rojava herîz êde jin, zarok û ciwan bi bandor dibin û wiha got: "Divê gelê kurd li hemberî van komkujiyan têkoîneke hevpar bidin."

766 car hate xwendin
Parve Bike  
ROJANE