alakiyn bi armanca azadiya Ocalan didomin.
Dem : 2012.09.07  18:44:24
alakiyn bi armanca azadiya Ocalan didomin. Gonul Erdogan ku ji doza PKK di girtgeh de ye, ji bo azadiya Ocalan dest bi rojiya Mirin kir. Li girtgeha Wan j girtiy bi nav Suat kaya bi heman armanc agir berda bedena xwe.

Çalakiyên bi armanca azadiya Ocalan didomin.

Gonul Erdogan ku ji doza PKKê di girtîgehê de ye, ji bo azadiya Ocalan dest bi rojiya Mirinê kir.

Li girtîgeha Wanê jî girtiyê bi navê Suat kaya bi heman armancê agir berda bedena xwe.

Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê girtiya bi navê Gonul Erdogan ku ji doza PKK'ê di girtîgehê de ye, bi armanca azadiya rêberê gelê kurd Ocalan dest bi "Rojiya Mirinê" kir.

Hate diyarkirin, Gonul Erdogan roja 1'ê Îlonê dest bi vê çalakiyê kiriye.

Erdogan, der barê armanca çalakiya xwe de ji Wezîrê Dadê ya tirk re daxwaznameyek bi kurdî and.

Gonul Erdogan di daxwaznameya xwede got: "Heta mafê Rêberê Gelê Kurd Brêz Abdullah Ocalan ê tenduristî, parastin û azadiya fîzîkî neyê bi destxistin ezê çalakiya rojiya mirinê dewam bikim.'

Li Girtigeha Tipa F a Wanê jî girtiyê bi navê Suat Kaya ji bo tecrîdê ermezar bike agir berda bedena xwe.

Hate zanîn ku girtiyê bi navê Suat Kaya roja 29 tebaxê li Girtigeha Tîpa F a Wanê agir berdaye bedena xwe û piraniya bedena wî ewitiye.

Girtiyên li heman girtîgehê daxuyaniyek weandin û diyarkirin, bêyî ku hevalê wan Suat Kaya were dermankirin wî pave andine girtîgehê.

Girtiyan, destnîan kir ku zextên li girtîgehan zêde bûne û banga pitgiriyê kirin.

702 car hate xwendin
Parve Bike  
JNGEHA KDE