Mal  -  ROJANE
Hlbjartnn herm yn 2014'anBDP' dest b cebatn hlbjartn kr
Dem : 2013.10.08  14:15:31
Navenda Git ya BDP' doh starta hilbijartinn herm yn Adara 2014'an da. Li gor gitnameya ji hem bajar naveyan re hat andin, w bi taybet li Amed Colemrg kotaya jin pk were.

BDP'ê bi iyara 'Di Pêngava Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad de; Em rêveberiyên xwe ava bikin' starta hilbijartinê da.

BDP'ê gitînameyek ji hemû rêxistinên bajar û navçeyan re and û got, "Divê namzet welatparêz û demokrat bin."

Ji bo serlêdana berendamên aredaran ji 7 heta 17'ê Cotmehê dem hat destnîankirin.

Ji bo endametiya Meclîsa aredarî û Meclîsa Gitî ya Bajêr jî, dema serlêdanê ji 10 heta 30'ê Cotmehê hat diyarkirin.

Her wiha wê namzet bi pêhilbijartinan bên destnîankirin.

Bajarên ku lê namzet bi pêhilbijartinan bên diyarkirin Amed, Mêrdîn, irnex, Êlih, Wan, Dêrsim û Colemêrg in.

Navenda Gitî ya BDP'ê destnîan kir ku namzet divê karibe li gorî ziman û çanda herêma lê were hilbijartin tevbigere, ji kar hez bike, xwedî proje be, kedkar be, pergala demokratîk a hatiye avakirin bipejirîne û weke wezîfeyekê biryaran bicih bîne.

BDP'ê got, kesên ku gunehekî ermê nekiribin û xwedî paerojeke dijberiya gel nebin, dikarin bibin namzet.

Li aliyê din ji bo cihên ku kotaya jinê lê heye jî hat diyarkirin.

aredariya Bajarê Mezin ya Amedê, Licê, Egil, Bismil, Baglar, Farqîn, Edremît (Wan) Îpekyol (Wan), Qerqelî (Wan), Colemêrg, Gever, Nisêbîn, Dêrik, emrex, Cizîr, Qilaban, Gimgim, Kop, Diyadîn, Mazgîrt (Dêrsim), Serêkaniyê û Pazarcik.

Ji bo endametiya Meclîsa Gitî ya Bajêr û aredariyan, wê namzet ji aliyê komîsyona hilbijartinê ya navçeyê û komîsyona diyarkirina namzetan a navendî ya partiyê ve bên diyarkirin.

Rêza wan jî wê dîsa ji aliyê heman komîsyonan ve were kirin.

Her wiha wê kotaya ji sedî 40 a zayendî ku di rêziknameya BDP'ê de cih digire, pêk were.

567 car hate xwendin
Parve Bike  
ROJANE