Mal  -  ROJANE
ehadet ervan Muslm heserokn BDP KCD' n Koban
Dem : 2013.10.11  14:11:15
Hevserokn BDP' KCD' tev heyetek ji bo sersaxiya malbata Hevserok PYD' Salih Muslim n Rojava. Heyet beriya end saetan , ji Pirss derbas Koban bn.

Hevserokên BDP'ê Selahattîn Demîrta û Gultan Kianak û Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tûglûk, tevî komeke parlementer ji bo sersaxiya malbata Muslim, çûn Rojava.

Heyeta BDP û KCD'ê ji deriyê sînor yê Murîdpinar yê li Pirsûsê derbasî Kobanê bûn.

Di heyetê de tevî hevserokan parlementer Îbranîm Bînîcî, Nazmî Gur, ji alîkarên Hevserok Ayhan Karabulut û Nîmet Sezgîn jî cih digirin.

Li Kobanê rayedarên PYD û TEV-DEM û girseyeke qelebelix heyeta BDP û KCD'ê pêwazî kir.

Heyeta BDP û KCD'ê dûre jî ji bo sersaxiyê çû mala Hevserokê PYD'ê Salih Muslim.

589 car hate xwendin
Parve Bike  
ROJANE