Hevserokên BDP'ê Selahattîn Demîrtaþ û Gultan Kiþanak û Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tûglûk, tevî komeke parlementer ji bo sersaxiya malbata Muslim, çûn Rojava.
Heyeta BDP û KCD'ê ji deriyê sînor yê Murþîdpinar yê li Pirsûsê derbasî Kobanê bûn.
Di heyetê de tevî hevserokan, parlementer Îbranîm Bînîcî, Nazmî Gur, ji alîkarên Hevserok Ayhan Karabulut û Nîmet Sezgîn jî cih digirin.
Dema heyet li benda derbasbûnê bû, Ahmet Turk axaftinek kir û got:
"Em dixwazin nîþanî gelê Rojava bidin ku di têkoþîna wan a azadiyê de em li gel wan in. Gelê kurd ne aliyê êriþkar e. Lê ji bo yekîtiya xwe liberxwe dide. Têkoþîna gelê me yê Rojava ji bo Rojhilata Navîn mînak e û em dixwazin nîþan bidin ku em li cem wan in. Ji ber vê emê biçin serdana konê sersaxiyê."
Piþtî axaftinê heyet bi 4 wesayîtan derbasî bajarê Rojava yê Kobanê bû û ji aliyê rayedarên Desteya Bilind a Kurd û Meclîsa Gel ve hatin pêþwazîkirin.
Endamên Heyetê piþtre derbasî bin konê sersaxiyê bûn.