Mal  -  ROJANE
BDP xwe j bo hlbjartnn xwech amede
Dem : 2013.10.19  17:50:00
'BD' l amed strasta xebaten hlbjartn da'

Komîsyona hilbijartinên xwecihî ya BDPa Amedê derbarê serlêdanên ber-endaman û amadekariyên hilbijartinê de civîneke çapemeniyê pêk anî.

Endamê Komîsyonê Mehmet Emîn Yilmaz diyar kir ku mirov nikare hilbijartinan ji pêvajoya çareseriyê cuda binirxîne û got,

"Helwesta di vê hilbijartinê de were nîandan, wê di çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd de wek pitgiriyekê bê fêmkirin. Ji ber vê sedemê girîng û dîrokî ne."

Yilmaz di dewamê de got, ew weke referandûmê nêzî hilbijartinên herêmî yên 2014an dibin.

Endamê komîsyonê Yilmaz bal kiand ser giringiya tevlîbûna jinan a ji bo hilbijartinan û got, xeta azadiya jinê di rêveberiyên herêmî de damarekî gelek giringe. Partiya me jî kotayeke ji sedî 40 destnîan kiriye.

HILBIJARTINÊN HERÊMÎ YÊN 2014'AN
BDP'Ê LI PENDÎKÊ AVAHIYA XWE VEKIR

Xebatên rêxistinbûnê yên BDPê jî dewam dikin.

Li navçeya Stenbolê Pendîkê BDPê avahiya partiyê vekir.

Gelek welatî tevlî merasîmê bûn.

Parlementera BDPê ya Stenbolê Sebahat Tuncel li vir axivî û bal kiand ser hilbijartinan.

Tuncel got, ne tenê ji bo rêveberiyên xwecihî, ev hilbijartin ji bo pêvajoya çareseriyê jî xwedî giringiyeke mezin in.


XEBATÊN BDP'Ê
LI BAZÎDÊ MALBAT LI HEV HATIN

Li navçeya Agirî Bazîdê jî malbatên neyar, Zeren û Saka bi navbeynkariya BDPê li hev hatin.

Li Êlihê jî rêveberên BDP û KCDê ji bo lihevanînê çûn serdana malbata Gundem .

Hevserokê KCDê Ahmet Turk axivî û got, em destûrê nadin di nava gelê me de, neyarî û astengî pêk werin.

Sala borî li gundê Korikê yê Êlihê di navbera malbata Gundemde pevçûn derket. 3 kesî jiyana xwe ji dest da û 20 kes jî birîndar bûn.

Armanc ji vê serdanê ew e ku di rojên pêde malbat li hev werin.

Li Çelê alîkarê hevserokên BDPê Hemîd Geylanî û parlementer Esad Canan jî di nav de, komek BDPyî çûn serdana xelkê Çelê.

 


635 car hate xwendin
Parve Bike  
ROJANE