Mal  -  ROJANE
Hevserok BDP Selahattn Demrta; Ocalan lbenda bersva hukumet ye
Dem : 2013.10.26  18:50:30
Hevserok BDP Selahattn Demrta, di derbar asta pvajoya areseriy de axiv. Demrta diyar kir, ku pvajo bi hewldana aliy kurd dimee lazime AKP ji bo pdeyina pvajoy gavn berbiav bavje.

Hevserokê BDP selahattîn Demîrta, pirsên ajansa nûçeyan ya Dicle DIHAyê bersivand û nameya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxuyaniuyên Serokwezîrê Tirk erdogan ya di derbarê heyeta BDP nirxand.

Demîrta xwest, pêvajo veguhere muzakereyên kur û got, Ocalan li benda bersiva hukumetê ye.

Demîrta wekî din got, ji bo ku Ocalan karibe bi awayekî çalak tevlî pêvajoyê bibe, lazimê bikaribe bi derdorên pêvendîdar re têkilî dêyne û komisyonên ji bo xebata 8 xalên ku hatine pêkêkirin, werin avakirin.

Hevserok demîrta herwiha diyar kir, ku Ocalan naveroka nameyê ji wan re vegotiye û destnîan kiriye, ku ew li benda bersiva hukumetê ye, naxwe pêvajo bi awayekî yekalî namee.

Demîrta, li ser mudaxeleya AKP ya heyeta BDP de rawestiya û got, me ji destpêkê ve sebir kir, lê pitî daxuyaniyên erdogan emê ti car vê rewê qebûl nakin.

Heyeta me ji bo ku Ocalan karibe pêvajoyê pêde bibe diçe Îmraliyê, naxwe eger mudexeleya AKP dewam bike, tê wateya ku AKP naxwaze pêvajo bimee.

Demîrta diyar kir, ku ew hêvî dikin, ku AKP di vê aiyê de israr neke û gavên pêvist bavêje.

Herî dawî jî Demîrta got, aliyê kurd dixwaze pêvajo bimee û pê ve biçe, lewma eger hukumet jî vê yekê bixwaze, lazime gavên berbiçav û pratîk bavêje.

Ocalan ji bo pêveçûna pêvajoyê fedekariyên mezin kir û KCK jî di warê pratîkî de gavên girîng avêtin; biryara vekiînê da, lêbelê hukumet ji dil tevnegeriya û li gor rihê pêvajoyê gav neavêt.

Daxuyaniya KCK ya dawî jî, di eslê xwe de ji bo çareserkirina rewa xetimandiyê ye.

Demîrta herwiha destnîan kir, ku Erdogan niha dibêje pêvajo dimee, eger bawer dike, ku pêvajo dimee, lazime îaretên vê yekê bide û di pratîkê de aliyê kurd îqna bike.

690 car hate xwendin
Parve Bike  
ROJANE