Mal  -  POLTKA
rn li dij BDP zde dibin.
Dem : 2012.09.18  15:43:14
Serokwezr tirk Erdogan beriya end rojan gotib, me ferman daye dadgeh w titn pwst werin kirin.

Serokwezîrê tirk Erdogan beriya çend rojan gotibû, me ferman daye dadgehê wê titên pêwîst werin kirin.

Pitî van gotinên Erdogan, îro li parlementera BDPê ya Stenbolê Sebahat Tuncel 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê hate birîn.

10'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Tirk a Stenbolê bi îddîaya "Endamê rêxistinê ye" 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê da Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel.

Dadgehê, derketina derveyê welat jî li Tûncel qedexe kir.

Sebahat Tuncel derbarê biryara ceza de ji DÎHA'yê re axivî.

Tuncel diyar kir, ku ev doz 5 salin dihate sekinandin û pitî Serokwezîr Erdogan got, "Min bi dadê re hevdîtin kir û wê ya pêwîst bikin" bi lezgînî biryar hate dayîn.

Tuncel got: "Ev biryarekî siyasî ye. Dewlet hiqûqa dijminahiyê bi kar tîne.'   

Tuncel, da zanîn ku biryar nêzîkatiya hikûmeta AKP'ê ya li hemberî pirsgirêka kurd nîan dide.

Heke ev biryar ji aliyê dadgeha bilind ve were erêkirin wê parlementeriya Sebahat Tuncel jî betal bibe...

742 car hate xwendin
Parve Bike  
POLTKA