Mal  -  ROJANE
Ceml Bayik: Pvajoya redeo
Dem : 2013.11.07  12:19:15
Hevserok Konseya Rveber a KCK Cemil Bayik di rojnameya azadiya welat de tkildar pvajoya areseriy de nivsandiye.. Nivsa Bayik em tn ser ekrann we...

Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoyek da destpêkirin. Tevî ku AKP li gorî vê pêvajoyê tevnagere û negeriyaye jî qala pêvajoyê dike. Ligel ku Tevgera Azadiyê ji bo çareseriyê gav diavêje, tê dîtin ku tu himendî û niyeta AKP'ê ya çareseriyê tune ye. Wekî ku Rêberê Gelê Kurd dibêje, AKP mîna gayê mekanîk ê di rodeoyê de diheje, lê tu gav jî navêje. Gotina AKP'ê ya 'Pêvajoya çareseriyê ba dimee' mîna sekna gayê di rodeoyê de diheje ye.

Rayedarên hikûmetê ku devê xwe vedikin dibêjin 'Pêvajo ba dimee.' Lê aktorên sereke yên pêvajoyê Rêberê Gelê Kurd û rêveberên Tevgera Azadiyê ya Kurd ba dizanin ku bê ev baî tê çi wateyê. AKP'ê çi kiriye ku pêvajo ba dimee! Bersiva vê yekê tune ye. AKP bi awayekî akera dixwaze bibêje heta hilbijartinê wisa bidome dê ba bibe. Ji ber ku pêvajo bi dualiyan tê meandin, AKP bi awayekî fîîlî pêvajo qedandiye. Lê belê hikûmeta AKP'ê dibêje ku ji wê pêve tu aliyê din tune ye. Wextê ku ev helwesta wê tê rexnekirin dibêje 'Dê her kes hedê xwe zanibe.' Pitî vê yekê qala hebûna pêvajoyê dike û dibêje pêvajo ba dimee. Ligel ku tu gavan navêje û qalkirina hebûna pêvajoyê tê wateya ji vê batir saxiya can e...

Tirkiye ligel ku bi hezaran girtiyên siyasî yên wekî rojnameger, parêzer, girtiyên nexwe bernedaye jî zêdetirî mehek e ku girtin zêde bûne. Beriya hilbijartinê girtinan zêde dike û dawiyê jî bê erm û fedî dibêje bila siyaset çareser bike.Heta ku bi hezaran siyasetmedar girtî bin, rojnamegerên muxalîf di girtîgehê de bin, parêzer ji ber ku çûne Îmraliyê hevdîtin pêk anîne hatibin girtin, gotinên 'Bila siyaset pirsgirêkan çareser bike, pêvajo ba dimee' pûç in. Ger ku baî ev be, bila xwedê civakê ji xirabiyên AKP'ê biparêze.

Dibe ku li Tirkiyeyê ji bo hin aliyan siyaseta demokratîk tê meandin, lê belê ji bo kurdan siyaseta demokratîk bi awayekî azad nayê meandin. Siyaseta demokratîk ne tenê di meclisê de xwedî 20-30 parlamenteran bin. Bi taybetî li Tirkiyeyê meclisa ku bi hejmara zêde tê birêvebirin ev ne tu titek e. Bi hezaran siyasetmedarên girtîgehê de bên girtin tê wateya ku hemû hêza partiyeke siyasî di zindanê de ye. Ji ber vê yekê axaftina parlamenterekî wekî siyaseta demokratîk binavkirin tê wateya ku li hundirê çavên kurdan binêrin û henekên xwe bi wan bikin. Lê mixabin yek jî dernakeve û nabêje li cihê ku ewqas siyasetmedar girtî ne tu qala kîjan siyasetê dikî?...Hikûmet vê pêvajoyê bi kê re dimeîne? Ger ku li Îmraliyê dimeîne, Rêberê Gelê Kurd got, AKP li holê tu pêvajo nehitiye...

Rêberê Gelê Kurd heta niha bi sebr û bi awayekî maqûl nêzîk bû.Dixwaze pirsgirêkê bi siyaseta demokratîk û muzakereyê çareser bike. Lê belê ev her du aliyên çareseriyê jî pêk nehatine. Destê Rêberê Gelê Kurd û gelê kurd li hewa mane. Heta niha titên bi serê 8 agirbest û bêçalakîtiyê hatine bi serê agirbesta 9'emîn jî anîn....

1465 car hate xwendin
Parve Bike  
ROJANE