Mal  -  ROJANE
Civna BDP-HDP' ya bi Ocalan re
Dem : 2013.11.11  14:16:05
Ji endamn heyeta bi Rber Gel Kurd Abdullah Ocalan re hevdtin pk an Sirri Sureyya Onder ji Anf re axiv... Derbar berfireha naveroka hevdtin de agah dan.

Heyeta BDP û HDP'ê roja înê çû Îmraliyê û civîna bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk anî.

Ji endamên heyetê Sirri Sureyya Onder ji ANF'ê rê axivî û naveroka hevdîtinê anî ziman.

Onder diyar dike ku rewa tenduristiya Ocalan ba bû û moralê wî jî bilind bû.

Onder tîne ziman ku Ocalan daye zanîn ku rojek beriya wan, heyeta dewletê jî pê re hevdîtineke dirêj û erênî pêk aniye.

Onder destnîan dike ku Ocalan mudaxeleya hukumeta AKP'ê ya li hemberî heyeta BDPê ya diçe Îmraliyê wekî helwesteke zarokane  nirxandiye û gotiye:

"Erdogan di dewsa spaskirinê de radibe mudaxeleyê heyetan dike. Lê ji ber ku wî êdî ev helwesta xwe guhertiye, wê êdî BDP û HDP bi xwe endamên heyetê destnîan bikin û ev jî titekî erênî ye."

Onde destnîan kir ku piraniya civînê bi rewa girtiyên nexwe derbas bûye û ji ber girtiyên nexwe neyên berdan jî, Ocalan neraziye û dixwaze ev pirsgirêk çareser bibe.

Onder nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên der barê pêvajoyê de wiha anîne ziman:

"Em ji bo meandina pêvajoyê, vîneke mezin nîan didin. Ez hê li pey danezana xwe ya Newrozê me. Lê em niha di ser pira siratê re dimein. Em tenê bimînin jî, em bi biryar in bimein. Lê belê zemîna li bin me pira siratê be, wê kî bikeve û kî bimîne, ne diyar e."

Onder diyar dike ku Ocalan gotiye AKP rast nêzî pêvajoyê nabe, û ji ber vê yekê rexne li hukûmetê girtiye û jê xwestiye ku bingeha qanûnî ya pêvajoyê amade bike.

Onder nêrînên Ocalan ên li ser mijarê wekî din wiha radigihîne:

"Divê bingeha qanûnî ya pêvajoyê were amadekirin. Divê derfetên min ên têkiliyan berfireh bibin. Ez dixwazim hêzên demokrasiyê tevlî pêvajoyê bibin. Ev kêmasiyeke mezin e.  Çapemeniya hundur û derveyê welêt, Komîsyona Çareseriyê ya Meclîsê, ji her partiya siyasî, ji Komîsyona Mirovên Aqilmend, zanyar û siyasetvan karibin werin hevdîtinê. Eger wisa bibe, ezê jî karibin di muzakereyan de roleke bi bandor bilîzim."

Onder rexneyên Ocalan ên li hemberî hukumeta AKP'ê jî wiha destnîan dike: Birêz Ocalan, dibêje hukûmet pêketinên li hundur û yên li herêmê rast analîz nake. Hemû êwirmend û aqildarên hukumetê bên cem hev jî, nirxandineke rast nakin. Ji bilî heyeta diçe hevdîtinan, çerxên din ên dewletê, pêketinên welêt û herêmê rast fêm nakin. Birêz Ocalan dibêje, yên li derdora serokwezîr, wî a agahdar dikin.

Onder tîne ziman ku Ocalan sedema çêkirina dîwarê ermê jî, wekî encama rast fêmnekirina pêketinên welêt û derve nirxandiye.

Onder diyar dike ku Ocalan li ser hilbijartiyên xwecihî û siyaseta demokratîk jî axiviye û wiha gotiye:

Pergala hevserokatiyê emê fêrî vî welatî bikin. Wê Tirkiye, wekheviya jin û mêr, bandora wê wekheviyê ya ji bo çareseriya pirsgirêkan, ji me fêr bibe. Êdî kotaya jinan, di rewa niha de, veguheriye titekî paketî. Em êdî bi temamî wekheviyê dixwazin. Em bi hevserokan, wekheviya tam pêk tînin.

683 car hate xwendin
Parve Bike  
ROJANE