Mal  -  ROJANE
1. Kongreye meclîsa cýwanan a BDP'ê
Dem : 2013.11.23  17:46:10
Meclîsa Ciwanên BDPê roja 30'ê Mijdarê yekemîn kongreya xwe pêk tîne. Amadekarî bi hemu leza xwe dewam dikin. Kongre wê diyarî hemû þehîdên þoreþê were kirin.

Meclîsa Ciwanên BDPê roja 28ê Hezîranê damezrandina xwe îlan kiribû.

Endamên meclîsa ciwanên BDP'ê piþtî xebatên rêxistinbûnê wê roja 30'ê mijdarê yekemîn Kongreya xwe ya mezin li Amedê pêk bînin.

Kongreya ciwanan wê li Salona Sporê ya Girtî ya Seyrentepe pêk bê.

Tê payin ku ji Bakur, Rojava û baþurê kurdistanê, her wiha ji Ewropa, Emerîkaya latîn û tirkiyê wê 30 hezar ciwan beþdarî kongrê bibin.

Di kongreyê de wê peyama Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan were xwendin.

KOngreya ciwanan bi þîara, Ciwanên ku bi lêgerîna heqîqetê xwe bi rêxistin û azad dikin, wê Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad ava bikin"  pêk tê.

Di kongreya ciwanan de, wê hevserokên BDP, KCD û HDP, parlamenter jî di navde nûnerên 150 sazî û rêxistinan amade bin.

Her wiha wê nunerên ELZN û Zapastiyan jî peyamên nivîskî biþînin kongrê.

Meclîsa Xwendekarên demokrat û wêlatparêz a zanîngeha Marmarayê kongreya meclîsa ciwanên BDP'ê silav kirin.

Xwendekaran li zanîngehê bi boneya bangawaziya beþdarbûna kongreyê çalakî lidarxistin.

Endamên Meclîsa Ciwanan a BDP'ê ya Wanê, beriya kongreya ku li Amedê pêk were, meþek lidarxistin.

Ciwan li ber derê þaredariya Wanê kombûn û ber taxa Xaçortê meþiyan.

Piþtî meþê, endamê meclîsa BDP'ê Yunus Duman, banga tevlîbûna Kongreyê kir.

Paþê jî li taxê belavok hatin belavkirin.  

648 car hate xwendin
Parve Bike  
ROJANE