Mal  -  ROJANE
ROBOSKIYAN DI 10 KANN DE HERKES DAWET ROBOSKIY KIRIN
Dem : 2013.12.06  13:20:35
alakiya xizmn qurbaniyn robosk v hevt j dewam kir. di alakiya xwe de malbatan banga li civakn sivil kirin da ku di 10 kanun de bn Roboskiy hesap ji kujeran bipirsin

Malbatên qurbaniyên Roboskiyê doh jî çun ser gorên xizmên xwe...

Li goristanê daxuyaniyek hate dayîn..

Velî Encu ji hemû nûnerên saziyên civaka sivîl û derdorên demokratîk xwest ku di 10ê Kanûnê roja Mafê Mirovan ên Cîhanê de bên Roboskiyê û hesap ji kujeran bê-pirsîn.

Di çalakiyê hefteya 101'an de Velî Encu, da zanîn ku wekî malbatên Roboskiyê wê tim li dijî avakirina sînor derkevin û destûr nadin ku li ser sînor têl bên rêsandin

Velî Encu anî ziman ku der barê wî de doz hatiye vekirin û heta kujer neyên dadgehkirin wê  îfadeyê nede.

Li Gundê Roboskiyê yê Qilebana irnexê di 28'ê Kanûna 2011'an de balafirên er ên tirk bombe barandinbû û 34 welatiyên sivîl qetilkiribûn.

Ji wê rojê û vir ve malbatên 34 welatiyan ji bo hesap ji kujeran bê pirsîn li ser gorên xizmên xwe çalakiyan pêk tînin.

866 car hate xwendin
Parve Bike  
ROJANE