Mal  -  CHAN
alakiyn ji bo ''Azadya Ocalan''
Dem : 2012.09.25  11:43:32
Li Ewrupay, alakiyn cihreng n ji bo Azadiya rber Gel Kurd Abdullah Ocalan zde dibin.

ÇALAKIYÊN JI BO 'AZADIYA OCALAN'
LI FRAKFURT Û BIELEFELDÊ KAMPANYA ÎMZEYAN DESTPÊ KIR


Bi vê armancê li Komeleya Çanda Kurd a Frankfurtê bi tevlîbûna sedan Kurdistaniyan civînek hat li darxistin û banga tevlîbûna kampanyayê hate kirin.

Di civînê de biryar hat dayin, ku li bajarên Frankfurt, Hanau, Offebach û Russelsheimê her hefte du rojan stand werin danîn.


Li Belefeldê jî bi heman armancî civînek hat li darxistin.

Serokê Meclisa Gel ya herêmê Tahîr Koçer axivî û got, Kurdistaniyên li herêmê û dostên wan wê bi xurtî tevlî kampanya komkirina îmzeyan bibin.

Serokê Weqfa Pêvebirinê ya Tur Abdin ya Gelê Asurî û Suryanî Sabrî Akbaba, Serokê Komeleya Perwerde û Çandê ya Êzdiyan ya Belefeldê Xelîl Dal û li ser navê Têkoîna Gel a Demokratîk a Filipînê Pepe Luneta jî pitgiriya xwe ya ji bo kampanyayê ekere kirin.

Wekî din, nûner û rêvberên Mizgefta êx Seîd û yên partiya Çep a Alman jî destek dan kampanyayê.

Li aliyê din, li bajarê Belcîka Anversê jî kampanya îmzeyan ya ji bo Azadiya Ocalan, destpê kir.

 

814 car hate xwendin
Parve Bike  
CHAN