Mal  -  ROJANE
Komkujiya Roboskî
Dem : 2013.12.26  19:45:00
Ne tenê xwendekaran, ji gelek beþên cûda yên civakê daketin qadan... Di çalakiyan de peyama 'Em komkujiya Roboskî ji bîr nakin' hate dayîn..

Bi wesîleya 2 salvegera komkujiya Roboskê li Wan û nevçeyên wê çalakî hatin li darxstin.

Rêxistina BDP'ê ya Bêgirê ji bo komkujyê þermezar bike û hesap ji kujeran bê pirsîn bi 34 darbestan meþ pêk anîn.

Meþ ji ber avahiya BDPê heta qada Cumhuriyetê pêk hat.


Li ser navê komê Serokê BDP'a Bêgirê Vahap Arslan, daxuyanî da û diyar kir ku li gel 728 roj derbas bûn jî hêj kujer nehatine ronîkirin.

Û got; emê hesabê komkujiyê bipirsin.

Rêxistina BDPê a bajarê Wan jî ji bo beþdariya meþa ku wê sibê li parka Feqiyê Teyran bê lidarxistin belavok berlav kirin.

Di belavkirina belavokan de tevî rêveberên BDPa bajêr gelek kes beþdar bûn.

Bi heman armancê Rêxistina BDPê a navçeya Qerqeliyê jî meþek li darxist.

Meþê ji ber avahiya Partiyê despêkir û heya kolana Ataturk dewam kir.

Piþtî meþê li cihê çalakiyê hevserokê BDPa navçê Þahabettin Hukerek axaftinek kir.

Hukerek got: ev 35 salin gelê kurd li dijî zihniyeta kujer a dewletê têdikoþe.

Li  Elbakê jî meþk hat organize kirin.

Beriya meþê derabeyên dikanan li bajêr nethatin vekirin.

Meþ ji ber avahiya BDPê despêkiri û heya navenda navçê dewam kir.

Di dawiya meþê de rêveberê BDPa nevçê Senar Yeþîlirmak û namzetê þaredarê Elbakê Îhsan Guler axaftin kirin.

Yeþîlirmak û Guler gotin ku gelê kurd ji her demê zêdetir xwedî hêzin û heya kujer bên ronîkirin wê têbikoþin.

Li Gewaþê jî bi meþekê komkujî hat þermezar kirin.

Piþtî meþê berdevka meclisa ciwana a BDPê a navçê Tuna Delta komkujî þermezar kir.

Li Colemêrgê jî rêxistinên BDP û HDPê ji bo maþa sibê 3 hezar belavok belav kirin.

Di derbarî çalakiya xwe de hevserokê BDPa Colemêrgê Rahmî Kurt axivî û got;

Berpirsyarê vê komkujiyê AKP û serokwesîre. Heya kujer bên ronîkirin û darizandin emê di nava çalakiyan de bin.

Çalakî sibê seat di 13 de li ber avahiya rêxistina navçê destpêdike.

859 car hate xwendin
Parve Bike  
ROJANE