Mal  -  CHAN
Tura Otubus a bi armanca azadiya Ocalan dewam dike.
Dem : 2012.09.27  10:43:42
Di hedefa Tur de gihitina 8 welat 69 bajarn ewropay heye. Otubus ev s roje li Hollandaye. alakvan ro w bigihin bajar Holanda Den Hag.

Tura Otubusê a bi armanca azadiya Ocalan dewam dike.

Di hedefa Turê de gihitina 8 welat û 69 bajarên ewropayê heye.

Otubus ev sê roje li HOllandaye.

Çalakvan îro wê bigihin bajarê Holanda Den Hagê.

Tê payîn li vir jî çalakvan bi awayekî girseyî werin pêwazîkirin û pitî tura li nav bajar mîtîng were lidarxistin.

Çalakvan doh jî li bajarê Holanda Amsterdamê bûn.

Li meydana Beursplein a Amsterdamê mîtîngek girseyî hat lidarxistin.

Serokê KNK Tahir Kemalîzade axivî û bal kiand ser guhertinên dîrokî yên li rojhilata navîn pêk tên.

Kemalîzade diyarkir Kurd jî di vê demê de qezencên giring bi dest dixin.

Tahir Kemalîzade diyarkir daxwaza Azadiya Ocalan, daxwazek netewîiye.

Serokê Kongra gel Remzî Kartal jî axivî û diyarkir Kampanyaya Îmzeyan a bi armanca azadiya Ocalan ji Çîn heya Kanada, ji Avusturalya heya Rusya û Efrîqayê bi eleqeyek mezin tê pêwazîkirin.

Pitî xwendina metna îmzeyan, Nunerê Aveg-KON ku bedarî tura li Hollanda bû axivî.

Nivîskar Suat Bozku jî got, tekoîna ji bo azadiya rêber Apo weke erkek rojane li pêiya me disekine.

Standa Imzeyan a ji Ocalan re azadî ji aliyê Hollendiyan ve jî rastî eleqeyek mezin hat.

Sefera Otubusê ya ji Ocalan re azadî sibe jî derbasî Belçîka dibe.

Yekem rawestgeha otubusê ya li Belçîka jî bajarê Antwerpenêye.


 

696 car hate xwendin
Parve Bike  
CHAN