Mal  -  ROJANE
HD: Nzkatiya ji Robosk re nzkatiya ji pirsgirka Kurd e
Dem : 2014.01.08  18:56:12
Komeleya Mafn Mirovan HD ya Amed diyar kir ku Nzkaya ji Robosk re nzkatiya ji bo pirsgirka Kurd e..

Komeleya Mafên Mirovan ÎHD axa Amedê pitî biryara Dozgeriya Lekerî ya li ser lêpirsîna komkujiya Roboskî civînek çapemeniyê li dar xist.

ÎHDê da zanîn ku komkujiya Roboskî sûcekî li dijî mirovahiyê ye û got : Eger ji Dadgeha Destûra Bingehîn encamek neyê girtin, wê serî li  Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin.

ÎHD'ê da xuyakirin "Komkujiya Roboskî nîaneya helewesta hikûmeta tirk a beramberî pirsgirêka Kurd e û got:  Di serî de Roboskî heta ev dewlet û hukûmetên wê bi komkujiyên li ser erdnîgariya vî welatî pêkhatine, rû bû rû nebin, wê atiyeke mayînde jî pêk neyê.

Desteya Rêveberiya KESK'ê jî têkildarî biryara neopandinê daxuyaniyeke nivîskî weand.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku biryara neopandinê wê ne tenê ji aliyê hiqûqî, ji aliyê siyasî ve jî rê li ber encamên xeter veke.

KESKê got divê nirxên mirovatiyê û prensîbên hiqûqê zêdetir neyên binpêkirin û got: divê berpirsiyar derhal bên dadgehkirin.

Baroya Amedê jî bi daxuaniyeke çapemeniyê ev biryar ermezar kir.

Di daxuyaniyê de tevî rêveberên baroyê gelek parêzer jî amade bûn.

Li ser navê heyetê Serokê baroyê Tahîr Elçî axivî û da zanîn ku heya niha ji bo komkujiya Roboskî bi awayekî zelal ti lêpirsîn heyatiye kirin.

Elçî got : ti aliyê hiqûqî yê vê biryarê tine. Em vê biryarê îadeyî dozger dikin. Jixwe ti bendewariyeke me tinebû ku dozgerên bi erka taybet û dozgerên lekerî, lêpirsîneke adil û bêalî bikin..

Elçî diyar kir, ku ewê dosyayê bibin dadgehên navneteweyî û banga berpirsiyariyê li rayedarên Neteweyên Yekbûyî bikin.

774 car hate xwendin
Parve Bike  
ROJANE