Mal  -  POLTKA
BDP li Srt Mrdn namzedn aredariyan da nasn
Dem : 2014.01.11  19:16:16
Li Srt namzedn BDP' yn aredariyan n navend naveyan derketin pber gel.

Li Sêrtê namzedên BDP'ê yên aredariyan ên navend û navçeyan derketin pêberî gel.

Li Sêrtê li Mamosteyan civînek bi tatê hat organîzekirin, nûnerên saziyên sivîl û keyayên taxan jî tevlî bûn.

Serokê rêxistina BDP'a Sêrtê Mehmet Ata Înan, aredarê Sêrtê Selîm Sadak û namzetên Hevserokatiya aredariya Tuncer Bakirhan û Belkiz Epozdemîr di civîna tatê de axivîn.

Hevserokê BDP ya Sêrtê Mehmet Ata Inan xêrhatiniya mêvana kir û namzetên aredariyê da nasîn.
 
Epozdemîr, bi taybetî spasî jin û dayîkan kir û xwest, ku hemû bi hevre di hilbijartinan de biserkevin.

Namzetê Hevserokê yê aredariya Sêrtê Tuncer Bakirhan jî di civînê de axivî û got, 'em gelên Sêrtê re dixwazin lîsteyek hevpar derxin û Bajarên xwe bihevre birêve bibin."

Bakirhan der barê welatiyên Ereb yên Sêrtê de axivî û wiha got: "Ger em bi hezar sala ne bi Ereban re bihevre dijîn û zarokên me bi hevre mezin dibin divê em bajarê xwe jî bi hevre birêve bibin.'

Li ser navê hemû keyayan keyayê Taxa Nû Mahmut Çevîk axivî got, BDP li Sêrtê cûdahiyê naxe nava Kurd û Ereban û ji bo xebatên ku hatine kirin jî spasiya xwe anî ziman.

LI MÊRDÎNÊ NAVÇE HATIN ZIYARETKIRIN
 Li Mêrdînê Rêxistina BDP'ê starta xebatên hilbijartinê bi ziyareta navçeyan da destpêkirin.

Heyeta BDP'ê bi karwaneke mezin li navçeyên emrex, Dêrik, Nisêbîn û Qoserê geriya û starta hilbijartinê da destpêkirin.

Di heyetê de Parlamenterên BDP'ê Gulser Yildirim û Erol Dora, Parlamentera irnexê Selma Irmak, hevserokê KCD Ahmet Turk û aredarên BDP'î jî di navde bi karwanek mezin li navçeyan geriyan.

Karwana BDP li emrex, Derik û Qoserê bi girseyî hatin pêwazîkirin û parlementeran li her sê navçeyan jî xîtabî gel kirin.

Li derikê hevserokê KCD Ahmet Turk xitabî gel kir û giringiya azadiyê û hilbijartinan destnîan kir.


GULSER YILDIRIM Û SELMA IRMAK: BERXWEDANA LI ROJAVA BERXWEDANA ME HEMÛYAN E
Heyeta BDP dema ku çû emrexê, parlementer Gulser Yildirim û Selma Irmak xîtabî girseyê kirin.

Gulser Yildirim di axaftina xwe de got, berxwedana gelê kurd hemû pîlanên dewleta netew têk bir û em gihitin van rojan.

Parlemnter Selma Irmak jî di axaftina xwe de girîngiya orea rojava destnîan kir û got, berxwedana li rojava berxwedana me hemûyan e.

Herwiha di axaftinan de pitgiriya bi orea rojava re hate ziman û girseya qelebalix sloganên dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û orea Rojava re nîan da.

888 car hate xwendin
Parve Bike  
POLTKA