Li girtgehn Tirk zext kence dewam dikin
Dem : 2012.07.06  16:36:48
Hikmeta AKP' hewl dide pirsgirkn li Girtgehan, bi surgunkirin kirina girtgehn n areser bike.

ÇARESERIYA HIKÛMETA AKP'Ê: AVAKIRINA GIRTÎGEHÊN NÛ YE!
Girtîgehên Tirk bi zext, pêkanînên kêyfî, binpêkirinên mafan, sirgunkirin û êkenceyên li dijî girtiyan, ji rojevê nakevin.

Di girtigehên Tirkiyê de girtiyên siyasî yên nexwe li ber mirinê tên hitîn, her roj nûçeyek din a di warî de dikeve ajansên nûçeyan.

Ji ber girtinên di dema hikûmeta AKP'ê de girtîgeh tijîbûne û hema bejin di hemû girtîgehan de cîh nemane.

Di girtîgehan de ji kapasiteya wan 2-3 qat zêdetir girtî û hukûmxwar têne ragirtin.

Herî dawiyê ji ber pêkanînên dij-mirovahiyê yên di girtîgehan de, li Girtîgeha Rihayê girtiyan isyan kiribûn û 13 girtî hatibûn qetilkirin.

Lê belê ji bo hikûmeta AKP'ê  pirsgirêk bi tenê kêmbûna Girtîgehan e.

Çareseriya wê jî avakirina girtîgehên nû ye.

Hikûmet tevî hemû bang û hiyariyên rêxistinên mafên mirovan û saziyên sivîl ên civakî jî, dev ji çêkirina girtîgehên nû bernade .

Her dawî pitî girtîgeha herî mezin a Tirkiyeyê ya li Sîlîvriya Stenbolê, niha jî 2'emîn girtîgeha herî mezin li Amedê tê avakirin.

Serokwezîr Recep Tayîp Erdogan di demekê ku girtîgeh di rojevê de bûn hatibû Amedê.

Erdogan, "Mizginiya" wê girtîgeheke nû çêkin' dabû Amediyan.

Li ser vê daxûyaniya Erdogan, îsal çêkirina girtîgehek mezin a li ser riya Amed û Erxeniyê dest pê kir.

Girtîgeha nû wê li cem Girtîgeha Tîpa D a Amedê, li ser  hezar û 413 donimî bê çêkirin û 2 hezar û 80 girtî wê tê de bêne ragirtin.

Hate ragihandin ku wê girtîgeh di 2014'an de temam bibe.

Îhaleya Kampusa girtîgehê ji aliyê Miduriyeta Gitî ya Saziya Tevkîf û Cezayê yên Wezareta Dadê ve bi 99 milyon 600 lîreyê hatiye dayin û hîmê wê wê hatiye avêtin.

Kampusa girtîgehê wê Girtîgeha Tîpa D ya Amedê jî bixe nava xwe.

Dema çêkirina girtîgehê bi dawî bibe, wê hikûmxwar û girtiyên di Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ya ku bûye sembola 12 îlonê, wê bînin vê girtîgehê.

Seroka Gitî ya TUHAD FED'ê Zubeyde Teker li dijî polîtîkaya AKPê ya girtîgehan nerazîbûn nîan da.

Teker polîtkaya  AKP'ê ya girtîgehan bi van gotinan nirxand: "Hikûmeta AKP ji bo çêkirina gîtîgehan bi milyonan lîre xerc dike

815 car hate xwendin
Parve Bike  
KURDISTAN