Mal  -  POLTKA
Hevserok BDP' Selahttn Demrta
Dem : 2014.01.12  19:25:16
Li Stenbol bersiv da pirsn Rojnamevann beyan

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrta li Elît World Hotelê ya li Stenbolê bi xebatkarên çapemeniya navneteweyî re rûnit.

Di civînê de Alîkara Hevserokên BDP'ê Fîlîz Koçalî û Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê Emrûllah Bîngul jî amade bûn.

Demîrta bibîr xist ku wan aitiya polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê ya 'sifir pirsgirêk' anîne ziman û got, "Mixabin her roj rexneyên me pitrast dibin. Cihê ku polîtîkayeke derve ya atiyeke mayînde ji xwe re nake hedef, ev der e."

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrta da xuyakirin ku mifteya çareseriya erê li Sûriyeyê, modela ji aliyê Kurdên li Rojava ve hatiye afirandin e û got:

"Li wê derê, ji bilî modeleke ku hemû kom di nava rêveberiyê de xwedî maf be, ti modeleke din nikare atiyê pêk bîne."

Demîrta bibîr xist ku li gel hemû hiyariyan jî, di mijara destekkirina komên ser bi El Qaîdeyê de Tirkiyeyê ji ya xwe venegeriyaye û got,

"Ev alîkarî wê bibûya bela serê Tirkiyeyê, mixabin di vê mijarê de jî em pir mafdar derketin. Tevî ku Tirkiye vê yekê red dike jî, dikarim bêjim ku alîkariya dihat kirin, ji ber nerazîbûnan, daketiye asta nizm."

Demîrta bal kiand ser ambargoya li hemberî Rojavayê Kurdistanê û got,

"Li herêmên di destê Kurdan de, di warê alîkarî û bazirganiya rojane de ambargo tê meandin. Ev jî nakokiyeke mezin e. Yek ji xeteyên di polîtîkaya derve de ye. Sedema herî mezin a bêbaweriya Kurdên li Sûriyeyê li hemberî Tirkiyeyê ev e."

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrta di dewama axaftina xwe de anî ziman ku ji bo Kurd li Cenevê nebe xwedî maf, Tirkiye di nava hewldaneke dîplomatîk de ye û got,

"Em hewl didin ji Tirkiyeyê re rave bikin çiqasî bi feydeye Kurd bi heyeteke cuda li Cenev-2 bên temsîlkirin."

672 car hate xwendin
Parve Bike  
POLTKA