Mal  -  ROJANE
Civna Ocalan heyeta BDP-HDP'
Dem : 2014.01.12  19:43:15
Ocalan: Pvajo tev hem astengiya didome

Heyeta BDP'ê û HDP'ê duh careke din ji bo ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bicive çû Îmraliyê.
Heyet bi rêya deryayî vegeriya Stenbolê û peyama Ocalan bi nivîskî bi raya gitî re parve kir.

Li gorî ajansa nûçeyan a dîcle DIHA'yê Ocalan di peyama xwe de behsa pêvajoyê dike û dibêje:
Eger er cehenem be, atî bihut e, em niha di Arafê de ne, lê heta dawiyê nabe ku em di Arafê de bin.

Ocalan di peyama xwe de Sara, Rojîn û Ronahî bi bîr tîne û dibêje, wê heyfa wan bê standin.

Peyama Ocalan wiha ye: PEYAMA OCALAN

Di serî de bi hêviya wê ev sal bibe pêkhatina hêviyên gelên me yên atî, demokrasî û azadiyê, ez sersala wan pîroz dikim. Ez navên bûne sembola têkoîna azadiyê Sakîne Cansiz, Leyla aylemez û Fîdan Dogan bi rêz û minetdarî bibîr tînim û diyar dikim, ku emê hesabê vê komkujiya hovane ji kujerên wê bipirsin. Li dijî vê komkujiya ku bi gitî darbeyekê pêvajo hedef digirt, wê bersiva me ya herî bi bandor, bi awayekî bi biryar tevî hemû astengiyan jî serxistina pêngava me ya ji bo atiyeke mayînde û çareseriya demokratîk be.  Emê atî û çareseriya demokratîk di exsên van hevrêyên xwe de diyarî hemû ehîdên azadiyê bikin.

Ez dikarim vê pêvajoya ku ji bo encameke dîrokî bi dest bixin, me da destpêkirin wiha pênase bikim. Heke er dojeh be atî jî bihût e. Me lingekî xwe ji dojehê derxistiye, lê ji bo derxistina lingê xwe yê din ji ber astengiyên li holê em li Arafê rawestiya ne. Pêvajoya atiyê li gorî formatên armanca xwe hewl tê dayîn were pêxistin. Îrade ya me ya atiyê tevî hemû astengiyan jî li gorî roja xwe ya me dayî destpêkirin, bi biryar e. Lê divê ev yek were zanîn, ku heta dawiyê ti kes nikare di Arafê de bimîne. Ji bo em ji ertên dojehî welatê xwe û herêma xwe rizgar bikin, divê her kes hessasiyeteke mezin û îradeyeke mezin deyne holê.

Bûyerên dawî diqewimin jî nîan didin, ku heke pêvajo tavilê neyê bicihanîn û avakirina welatekî demokratîk a tam pêk neyê, li hundûr û derve, hêzên erxwaz ên dijminê demokrasiyê wê lezê bidin komployên xwe. Ev xak ev du sed salên dawî hertim bi agirê darbeyan diewite. Pêvajoya me pêxistî li dijî darbekariyê ye. Û armanca wê avakirina civakeke demokratîk e.

Ez dixwazim du mijarên girîng, ku divê her kesê di nava pêvajoyê û derveyî wê de bizanibin destnîan bikim: Kesên dixwazin bi agirê darbeyê welat veguherînin goka agir, bila bizanibin, ku emê vî agirî gûr nekin. Her hewldana darbeyê heta weke îro çawa bê em li dij derketin, ji îro pê ve jî derûdorên darbekar wê me li hemberî xwe bibînin. Lê belê yên ku bêyî dil û bê têgihîtin nêzî pêvajoyê dibin bila bizanibin, ku yekane riya vemirandina vî agirî, demek ji ya din zûtir, pêkanîna atiyê ye. Êdî pêvajo nikare çarçoveya ne ciddî û ne qanûniyê ragire. Riya herî bi bandor a ji bo tehîr û mehkûmkirina darbekaran, bi awayekî wêrek û zelal, nîandana programeke demokratîk a muzakereyan e.

Hemû sererastkirinên qanûnî û huqûqî yên heta niha bi bahaneyên bêbingeh û cûrbecûr dihatin taloqkirin, îro tam pêkanîna wextê wê ye. Wê dîrok ew kes û derûdorên, ku vê rastiyê nabînin û ders jê dernaxînin, bêyî ku wext bibînin wê tasfiye bike.‎.

Heke bi awayekî lezûbez em derbasî demokratîkbûyînê bibin, wê têgeha darbeyê bi awayekî mayînde li rabûrdûyê bimîne. Ez bang li hemû hêzên demokrasiyê dikim, ku vê rastiyê fêm bikin û ji bo wê seferber bibin.

Beriya ku ez gotinên xwe bi dawî bikim, ez ewladê giranbiha yê gelê Ermenî birayê xwe Hrant bibîrtînim û têkoîna wî silav dikim..

Ez hewl didim, bi nameyeke berfireh xîtabî welatiyên me yên Ermenî bikim û vê jî bighînim salvegera wefata Hrant.

Careke din di serî de girtiyên nexwe, ji hemû girtîgehan, ciwan, jin û dayîkên atiyê re silavên xwe yên taybet diînim.

748 car hate xwendin
Parve Bike  
ROJANE