Mal  -  ROJANE
BDP' care p li clikan namzed nan da
Dem : 2014.02.04  19:06:12
Li naveya Clikan Semsr, BDP yekem car namzed aredariy nan dide.

Navçeya Semsûr Cêlikan di sala 1954'an de bû navçe.

Navçe di nav çiyayan de wekî bihûteke veartî ye û bi taybet jî xwezaya navçeyê bala mirov dikiîne.

Li navçeyê herî zêde karê titûnê tê kirin û çend sal berê zerbûna titûnê zêr dianî bîra mirov lê niha koka wê titûnê hat qelandin.

Pitî kotaya titûnê û firotina TEKEL'ê, karê titûnê hat asta tunebûnê, hinek welatî bi derfetên xwe atolye çêkirine, li vir titûna qaçax çêdikin û debara xwe dikin.

Li navçeyê çavkaniyên avê pir in, lê ji ber ku xebat nehatiye kirin zevî nayên avdan û ji van zeviyan tu feyde nayê girtin.

Di dîroka 60 salan ya navçeyê de her tim bi riya partiyên îktîdarê rêveberiya herêmî ketiye destê hinek malbatan.

aredarê niha Mehmet Bora jî bi kewneopiya malbata xwe di Partiya Saadetê hat hilbijartin.

Li navçeyê pirsgirêkên binesazî gelek in, xebatên çand, huner û civakî nayên kirin.

Pitî hilbijartinên herêmî her tim xeyalên gel têk diçin.

BDP yekem car li navçeyê namzedek nîan da û hewl dide ku aredariya Cêlikanê bi dest bixe.

Li navçeyê 2 sal berê rêxistina BDP'ê ya navçeyê hat avakirin.

Mehmet Unlu jî ku di gelek fîlmên sînemayê de rol girtiye ji bo daxwazên gel bîne cih bû namzedê aredariyê.

Unlu anî ziman ku Cêlikan li navendê tê rêvebirin, li herêmî nayê rêvebirin û ji ber vê yekê pirsgirêkên navçeyê nayên çareserkirin.

Unlu anî ziman ku hilbijartinên herêmî ji bo gelê kurd pir girîng in û ev hilibijartin wê ji bo Cêlikanê bibe wek mîladekê.

Çelikanî jî ji ber ku BDPê di vê hilbijartinê de namzed nîan da kêfxwe in.

Welatiyê bi navê Celalettin Koç diyar kir ku heta niha navçeyê ti xizmet nedîtiyê, divê her kes dengê xwe bide BDPê

Mastafa Tupçu jî anî ziman beriya hilbijartinan aredarê heyî gelek soz dane, lê heta niya ti ti nekiriye.

Abdurrah Gokduran jî bal kiand ser xemsariya li dijî navçeyê û got, gelek pirsgirêkên navçeyê hene divê bên çareserkirin..

549 car hate xwendin
Parve Bike  
ROJANE