Mal  -  ROJANE
BDP' li Kurdstan lez da xebatn xwe
Dem : 2014.02.08  17:16:54
Xebatn BDP' ji hilbijartinn xwecih didomin. Li gelek deveran BDP' lez daye xebatn xwe.

Xebatên BDP'ê yên ji bo hilbijartinên 30'ê adarê didomin.

Di vê çarçoveyê de Namzedên BDP'a Êlihê Gulistan Akel û Sabrî Ozdemîr çûn serdana esnafên kolana 1'emîn û 2'emîn.

Namzedan, ji esnafên bajêr daxwaza pitgiriyê kirin.

Li Dêrikê, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de, meclîsa jinan a BDP'ê li taxa Kuçukpinar bi jinan re civînek organîze kir.

Namzeda BDP'a Dêrikê, Sebahat Çetînkaya, diyar kir ku modela xweseriya demokratîk bi pêengiya jinan wê bikeve meriyetê.

Xebatên hilbijartinê, li herêma Serhedê bi coeke mezin tê meandin.

Namzedên BDP'a Artemetanê Sevîl Rojbîn Çetîn û Abdulkerîm Sayan li taxên Emînpaa, Suphan û Yuniplik civînên gel pêkanîn.

Di civînê de namzedê BDP'a Wanê Bekîr Kaya jî amadebû.

Di axaftinan de banga yêkîtî û têkoînê hat kirin.

Namzedên BDP'a Erdîê Dîba Keskîn û Abdurrahman Çogan serdanên xwe yên li tax, gund û esnafan didomînin...

Namzedên BDP'ê yên navçeya Wan'ê Îpekyoluyê Aygul Bîdav û Veysel Keser çûn taxên Cevdet paa û Hafiziye û bi gel re hatin cem hev.

Bajarekî din ê Serhedê ku bênavber lê xebat tê meandin Mû e.

Li taxa Yeilyurt ya bajêr, di buroya hilbijartinê de civîneke têkildarî provakasyonên muhtemel ên pêvajoya hilbijartinê hat çêkirin.

Di civînê de li dijî provakasyonan banga hiyarbûnê hat kirin.

Namzeda BDP'a Agiriyê, Mukades Kubîlay li taxa Fatih bi gel re civînek pêk anî û ji gel destekê xwest.

Li Patnosê jî, buroya hilbijartinê hat vekirin.

Di merasîmê de eîra Merxurî  bedarî BDP'ê bûn.

Li aliyê din, namzedên hevserokatiya aredariyên herêma Serhedê yên bajêr û navçeyan li Wanê hatin cem hev.

Civîna ku wê 3 rojan bidome, têde xebatên ji bo hilbijartanan wê bên gotubêjkirin.

Civîn wê ji çapemeniyê re girtî pêk were.

Bajarekî din ku xebatên hilbijartinê lê bi co û heyecan tên meandin Dêrsim e.

Hevdîtinên di navbera BDP'ê û hêzên oreger û demokrat de didomin.

Dêrsimiyên ku dibêjin, hilbijartin ji bo wan tenê ne ray e diyar dikin ku;

armanca wan rawestandina polîtîkayên qirkirinê yên sedsalan e.

Lewma Dêrsimî dixwazin di van hilbijartinan de li dijî polîtîkayên qirkirinê yekîtiyek were sazkirin..

553 car hate xwendin
Parve Bike  
ROJANE