Mal  -  ROJANE
ZEXTN LI GIRTGEHAN
Dem : 2014.02.27  18:53:23
Li Srt bi pengiya Platformn axn KESK' alakiyek ji bo girtiyn nexwe, hat lidarxistin.

LI SÊRTÊ ÇALAKIYEK HAT LIDARXISTIN
Li Sêrtê bi pêengiya Platformên axên KESK'ê çalakiyek ji bo girtiyên nexwe, hat lidarxistin.

Li ber avahiya axa ÎHDa Sêrtê bi tevlîbûna nûnerên BDP, gelek rexistinên civakî û bi sedan welatiyan ve daxuyanî hate dayin.

Berdevkê Demî yê KESK'ê Mahmût Hekîmoglû, li ser navê komê daxuyanî da û diyar kir, ku divê rewa girtiyên nexwe tavilê bê çareserkirin.

Hekîmoglû, ji bo xwedîderketina li girtiyan banga hiyariyê kir û bal kiand ser zêdebûyina hejmara girtiyên nexwe di dema desthilatdariya hukumeta AKP de.

ZEXTÊN LI GIRTÎGEHAN
LI NAVÇEYA WAN ERDÎÊ MÊEK HAT LIDARXISTIN
Li navçeya Wan Ercîê, ji bo bal bê kiandin ser rewa girtiyên nexwe û sirgûnkirina 15 girtiyên ji girtîgeha Tîpa F ya Wanê, meek hat lidarxistin.

Me, bi pêengiya TUHAD-DER û tevlîbûna rêveberên BDP, saziyên sivîl û gelek welatiyan, ji kolana Tugayyolu heta Parqa Zîlan dewam kir.

Di meê de gelek slogan hatin avêtin û pankart hatin hildan

Nûnerê TUHAD-DERa Ercîê Fevzî Can, li ser navê girseyê axivî û got, girtî di girtîgehan de rastî ekencê tên û bedengiya li hemberî vê rewê ermazar kir.

Can anî ziman, ku rewa girtiyan ber xeteriyê de diçe û bang li Komîsyona Pêîgirtina êkencê kir da ku bikeve nava liv û tevgerê.

Pitî daxuyaniyê, girse çû buroya hilbijartinan ya BDP.

ZEXTÊN LI GIRTÎGEHAN
LI AMED Û GEVERÊ DAXUYANIYA ÇAPEMENIYÊ
Li Geverê jî, Nûnertiya TUHAD-FED ji bo ermerzarkirina zextên li girtîgehan û bîranîna girtiyê bi navê Xalîd Ozdali ku bedena xwe dabû ber agir, li ber Otela Oslo daxuyaniyek da çapemeniyê.

Rêveberê TUHAD-FEDê Siddik Tamur diyar kir, ku her diçe zextên li girtîgeha zêde dibin û Hukumeta AKP ji dewsa gavên berbiçav biavêje, polîtîkayên xapandinê dimeîne.

Tamur destnîan kir, ku tenê riyek ji gelê Kurd re heye, ew rê jî azadiya rêberê Gelê Kurd A. Ocalan û berdana girtiyên siyasî ye.

Li Amedê jî, bi heman armancî, axa KESKa Amedê li ber AZC Plaza daxuyanî da çapemeniyê.

Li vir jî nûnerên gelek rexistinên civakî amade bûn.

Beriya daxuyaniyê Polîsan bi wesayitên TOMA û zirehpo avahiya AZC Plaza dorpêç kirin.

Li ser navê axa KESKa Amedê Ugur Yaman axivî û balkiand ser rewa girtiyên nexwe.
 
Yaman hiyarî kir, ku di 12 salên desthilatdariya AKP de, 2 300 girtiyên nexwe jiyana xwe ji dest dan.
Niha jî, 170 jê bi giranî 550 girtiyên nexwe di girtîgehan de terkî mirinê hatine hitin.

759 car hate xwendin
Parve Bike  
ROJANE