Mal  -  ROJANE
Li girtgehn Egey 17 girtgehn din alak destp dikin
Dem : 2012.10.03  13:56:13
Bi armanca azadiya Ocalan 12 lon pleke n ya berxwedan hatib destpkirin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ya girtiyên ji dozên PKK û PAJK'ê ku ji 12'ê îlonê ve dest pê kiriye, îro di roja 22. de ye.

Çalakiya girtiyan  her roj bi bedariyên nû berfireh dibe...

Çalakiya greva birçîbûnê 12'ê îlonê li girtîgehên Tîpa D û E yên Amedê, girtîgeha tîpa F ya Bolû, girtîgeha F1 û F2 yên Kandira û girtîgeha Sêrtê hatibû destpêkirin.

Ji 24'ê îlonê ve jî li girtîgehên Bakrkoy, Edirne, Erzurum, Rize, Midyat, Silivri, Mêrdîn, Tîpa H ya erziromê û girtîgeha tîpa L ya Rîze Kalandere , girtîgeha tîpa H a Dîlokê û girtîgeha Tîpa T ya Otlû girtî di greva birçîbûnê de ne.

Li girtîgehên navborî hemû girtiyên ji dozên PKK û PAJK'ê dernakevin hevdîtinan..

Herî dawî jî girtiyên ji dozên PKK û PAJK'ê yên li girtîgehên herêma Egeyê jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku ewê ji 3'yê cotmehê ve dest bi çalakiya greva birçîbûnê bikin.

Li girtîgehên tîpa F1, F2 yên Kiriklar, girtîgehên tîpa T yên bi nimreya 2, 3, 4 yên akranê û Girtîgeha sergirtî ya Jinan a akranê ji îro  û pê ve dest bi çalakiya grevba birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dikin.

ÇALAKIYÊN BI ARMANCA AZADIYA OCALAN
17 GIRTÎGEHÊN DIN TEVLÎ GIREVA BIRÇÎBÛNÊ DIBIN
17 girtîgehên din bi daxuyaniyekê diyarkirin ku ew dê di 5'ê cotmehê de tevlî çalakiyê bibin.

 Li ser navê girtiyên PKK û PAJK'î yên li girtîgehên Tirkiye û herêmê Denîz Kaya daxuyanî da û diyar kir di 5'ê cotmehê de 17 girtîgehên din jî tevlî çalakiyê dibin û wiha got:

"Em ji bo tecrîda li ser rêberê me bê bidawîkirin, ertên rêberê me ên tendurîstî, ewlehî û azadiyê pêk bên, polîtîkayên asîmîlasyonê yên nîjadî û tundî li ser zimanê dayîkê bên rakirin û hemû astengiyên li pêiya perwerdehiya zimanê dayîkê bên rakirin dest bi çalakiyê dikin...

Kaya, anî ziman heke daxwaz neyên qebûlkirin wê çalakî zêde bibin û wiha dewam kir.

 "Dewleta tirk û çeteya Erdogan dijminahiya xwe ya li hemberî kurdan di kongreya xwe de careke din nîan da.

Kaya di derbarê çalakiyan de jî wiha got:

 "Ji 5'ê cotmehê ve wê li girtîgehên Çewlik, Elbistan, Gebze, Bafra, Kiriklar 1. û 2. , Tekirdag 1 û 2, akran, Mû, Bayburt, Kurkçuler Edene, Kirikkale, Sîncan, Semsûr û Êlih jî di nav de 17 girtîgehên din dê tevlî çalakiya gireva birçîbûnê bibin. Ji 7'ê cotmehê ve girtî dernakevin hevdîtina vekirî û girtî.

Bila malbatên me ji bo hevdîtinê neyên girtîgehan. Ewlehî û tendûrîstiya me bi ewlehî û tendûrîstiya Serokê me re ye. Em bang li hemû malbat û dostên xwe dikin ku li ber girtîgehan nobetan bigirin û platformên azadiyê ava bikin dikin. Em bang li partiyên siyasî û wekîlên demokrat dikin. Qêrîna me bibihîzin. Bibin dengê qêrîna me û bibin navberkar. Çalakiya me ji raya gitî re vebêjin."

670 car hate xwendin
Parve Bike  
ROJANE