Mal  -  ROJANE
Ji bo BDP yek ji navendn girng Bedlse..
Dem : 2014.03.17  19:21:54
Ji bo BDP yek ji navendn girng Bedlse.. Xebatn BDP yn li bajr b navber dewam dikin.. Endama Konseya Fermandariya Yekineyn Jinn Azad YJA-Star Ferde Alkan bal kind ser girngiya Bedls xwest Bedls qedera xwe biguhernin.

Ji bo BDPê yek ji navendên girîng Bedlîse..

Xebatên BDPê yên li bajêr bê navber dewam dikin..

Endama Konseya Fermandariya Yekineyên Jinên Azad YJA-Starê Ferîde Alkan bal kind ser girîngiya Bedlîsê û xwest Bedlîsê qedera xwe biguherînin.


BER BI HILBIJARTINÊN XWECÎHÎ VE
ENDAMA KONSEYA YJA-STAR'Ê FERÎDE ALKAN HILBIJARTINÊ NIRXAND

Endama Konseya Fermandiraya Yekineyên Jinên Azad YJA-STARê Ferîde Alkan der barê hilbijartinên xwecihî de nirxandinên girîng kirin..

Ferîda Alkan bi taybetî li ser hilbijartinên xwecîhî, girîngiya Bedlîsê destnîan kir û xwest xelkê Bedlîsê dengê xwe bide xwe..  

Alkan anî ziman eger Bedlîsî xwedî li îradeya xwe denekevin wê çanda qirkirinê ya li wê derê bi dawî nebe û wiha dewam kir..

ENDAMA KONSEYA YJA-STAR'Ê
FERÎDE ALKAN: DIVÊ BEDLÎS QEDERA XWE BIGUHERÎNE


"Pitî avabûna Komara Tirkiyê, li bajarên Kurdistanê, li dijî Kurdan komplo hatin amadekirin. Piraniya van komployan jî li dijî xelkê Bedlîsê pêk anîn. Divê gelê me yê li Bedlîsê destûrê nede partiyên mêtînger û faîst bibin desthilatdar. Heza xwe birêvebirinê ya gelê Betlîsê heye."

Endama Konseya Yekineyên Jinên Azad Ferîde Alkan bibîr xist Bedlîs yek ji deverên herî xizan ê Kurdistanê ye û got, Sedema vê yekê ya sereke jî li vî bajarê her tim partiyên sextekar û metînger bûne desthiladtar.

Alkan xwest gelê Kurd li dijî desthilatdaran bibe yek û anî ziman çareserî yekbûna Bedlîsiyane û ev bang li herkesî kir..

"Di van hilbijartinan de divê em firsendê nedin AKP, CHP û partiyên din. Eger ev yek neyê kirin wê siyaseta qirêj a li ser gelê me dewam bike. Gelê me yê Bedlîsê bi taybetî jin û ciwan divê li dijî partiyên sîstemê bibin yek. Divê di van hilbijartinan de Bedlîs qedera xwe biguherîne. Divê gelê me yê Bedlîsê ji nav lepên biyanî xwe rizgar bike û Bedlîsî bi xwe bajarê xwe birêve bibin."

618 car hate xwendin
Parve Bike  
ROJANE