LI RIHAY SEXTEKARIYN LI DIJ BDP'
Dem : 2014.04.02  17:55:11
Li naveya Serkaniy ya Riha AKP' traz encamn hilbijartinan kir aredar bi dest xist. traza BDP' hat redkirin ku ev bye sedema berxwedana gel a ev 2 roj in didome.

LI RIHAYÊ SEXTEKARIYÊN LI DIJÎ BDP'Ê
BDP'YÎ HIYAR DIKIN: AKP BI AGIR DILÎZE

Li navçeya Serêkaniyê ya Riha AKP'ê îtîrazî encamên hilbijartinan kir û aredarî bi dest xist.

Îtîraza BDP'ê hat redkirin ku ev bûye sedema berxwedana gel a ev 2 roj in didome.

Tevî êriên hêzên dewletê, gelê Serêkaniyê li ser piya ye.

Li Serêkaniyê ya Rihayê sextekariya AKP'ê her tê protestokirin.

Dewleta Tirk a xwe li vê berxwedanê ranagire ji bo mehekê li navçeyê rea awarte îlan kiriye.

Bûyerên li vêderê pitî ku Lijneya Hilbijartinê ya Bilind îtiraza BDP'ê qebûl nekir destpêkiribûn.

Bi taybetî jî pitî ku Xizmên aredarê AKP'î bi çekan êrîî ciwanên BDP'ê kirin, bûyer li tevahiya navçeya Serêkaniyê belav bûn.

Girseya ku çalaki pêk anîn rastî îddeta polîsan a bi ava id û bombeyên gazê hatin.

Ev êri du roj in didomin.

Gelek ciwan li navendên polîsan di bin çavan de ne û avahiyeke ku nebûye hedefa bombeyên gazê nemaye.

Rê û kolanên Serêkaniyê ku mîna qada er xuya dikin, tevî hemû avahiyên girêdayî aredariyê ji aliyê lekeran ve hatiye dorpêçkirin.

Ligel vê di ketin û derketina bajêr de polîs kontrola nasnameyan dikin.

Li bajêr kafeteryaya Parka Azadî ya li Taxa Mehmet Akîf Ersoy bi temamî ewitiye.

Di pevçûnên evê de polîsan avahiya BDP'ê jî kirin hedef, heta vê kêliyê jî avahiya BDP'ê ji aliyê polîsan ve dorpêçkiriye.

Li navçeya Wêranarê li ser îtîraza AKP'ê ji nû ve deng tên hejmartin, hat ragihandin ku ji 200 sindoqan dengên 130 sindoqan hatine hejmartin, dengên 70 sindoqên din jî tên jimartin.

Bi hezaran welatî ku li ber edliyeyê rawestiya bûn, li ser daxwaza parlamenterên BDP'ê belav bûn.

616 car hate xwendin
Parve Bike  
KURDISTAN