rin AKP' yn li ser aredariyn BDP' didomin.
Dem : 2014.04.03  18:12:29
rin AKP' yn li ser aredariyn BDP' didomin. Li Agiriy deng gelek caran tn jimartin, dsa BDP serkeft xuya dike, l AKP her tiraza xwe didomne. Tev agiriy li Hezo Heskf j gel li benda encaman e. Di v navber de HDP' j li hin naveyan tiraz kir, bi taybet j li Seyhan ku l 18 hezar dengn HDP' hatine betalkirin.

Êriên AKP'ê yên li ser aredariyên BDP'ê didomin.

Li Agiriyê deng gelek caran tên jimartin, dîsa BDP serkeftî xuya dike, lê AKP her îtiraza xwe didomîne.

Tevî agiriyê li Hezo û Heskîfê jî gel li benda encaman  e.

Di vê navberê de HDP'ê jî li hin navçeyan îtiraz kir, bi taybetî jî li Seyhanê ku lê 18 hezar dengên HDP'ê hatine betalkirin.


SEXTEKARIYÊN AKP'Ê
LI AGIRIYÊ 14 CARAN ÎTIRAZ KIRIN Û HÊ JÎ ÎTIRAZ DIKIN


Di vê hilbijartinê de,  AKP'yî li Kurdistanê hewl didin bî sextekariyan xwe bigihînin encamê.

Hiqûq-nenasiya AKP'ê li Agiriyê sînoran nas nake.

Li Agiriyê BDP bi ser ket û serketina wê hate îlankirin.

Lê AKP'ê tam 14 caran îtiraz kir.

Her carê deng hatin hilbijartin û her carê encam serkeftina BDP'ê bû.

AKP'yiyên bi vê yekê qayil nebûn, serî li Enqereyê li desteya bilind a hilbijartinan dan.

Desteyê da zanîn ku desteya bilind a hilbijartinan a Agiriyê muxatebê mijarê ye.

Ji ber vê yekê ev bi rojan e, li bajêr ablûqaya esker û polîsan heye.

Gelê li pêiya buroya hilbijartinê ya BDP'ê dicive, li dijî vê hiqûqnenasiya AKP'yiyan derdikeve.

LI HESKÎF Û HEZOYÊ BI BELGEYAN ÎTÎRAZ HAT KIRIN


Li Navçeyên Batmanê li Hezo û Heskîfê hileyên AKP'ê bi belgeyan derketibûn holê.

Li ser belgeyan BDP'ê îtirazî encamê kiribû.

Bi taybetî li Hezoyê encama îtirazê tê payîn ku, hîleyên ekere bûne gelê navçeyê xistiye nava tengezariyeke mezin.

BDP'ê li Heskîfê jî ji bo hilbijartin were betalkirin îtiraz kiribû.

Lewra diziya polîsan a dengan hebû û ev bi dîzî bi kamerayên MOBESE hatibû tesbîtkirin.

AKP NORÎNÊ JÎ TEV DIDE


Li navçeya Bedlîsê Norînê serkeftin ya BDP'ê bû.

Lê AKP'yiyan îtirazî vê yekê kir û lijneya hilbijartinê ji nûve deng dan jimartin.

Di encamê de dîsa serkeftin ya BDP'ê bû.

Pitî ekerekirina vê serkeftinê AKP'yiyan careke din îtiraz kir.

Tê ragihandin ku ewê li 44 sindoqan careke din deng werin jimartin.


LI SEYHAN Û YUREGÎRÊ 18 HEZAR DENGÊN HDP'Ê HATIN EWITANDIN

Li navçe û bajartên Tirkiyeyê jî sextekariya hilbijartinê li holê ye.

Li Seyhan û Yuregîrê ku 18 hezar dengên HDP'ê lê hatin ewitandin, deng ji nû ve hatin jimartin.

Eekerekirina encam tê payîn.


KNK'Ê BANGA WAZÎFEYÊ LI SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ KIR


Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK'ê bi daxuyaniyekê bang li saziyên navneteweyî kir daku wazîfeya xwe ya opandina hilbijartinên li Tirkiyeyê pêk bînin.

KNK'ê bal kiand ser kirinên li Agirî û Serêkaniyê û got divê Rêxistina Hevkarî û Ewlekariyê ya Ewropayê bi wazîfeya xwe rabe.

KNK'ê ji vê rêxistinê xwest ku demlidest heyeteke xwe biîne van deveran.

614 car hate xwendin
Parve Bike  
KURDISTAN