BDP: BI HEZARAN POLS LI BAJR I DIKIN?
Dem : 2014.05.27  17:42:22
4 roj beriya hilbijartina 1 Hezran, namzedn BDP li Agir lez dan xebatn xwe. L AKP bi hem mkann dewlet, hewl dide provokasyonan pk bne..

HILBIJARTINÊN 1'Ê HEZÎRANÊ
BDP: BI HEZARAN POLÎS LI BAJÊR ÇI DIKIN?


4 roj beriya hilbijartina 1ê Hezîranê, namzedên BDPê li Agirî lez dan xebatên xwe.

Lê AKP bi hemû îmkanên dewletê, hewl dide provokasyonan pêk bîne..

BDPê têkildarî zextên AKP'ê û dagirkirina bajêr bi polîsan, li Otêla Grand Cenas civîneke çapemeniyê li dar xist.

Di civînê de Rêveberê BDP Ferhat Tarhan axivî.

Tarhan sedema hatina hezaran polîsan a bajêr ji dewletê pirsî û got: got:
 
"Êdî ne tenê li serê her kolanan, li ber her dikanan komên polîsan tên bicîhkirin. Ev polîsên sivîl kesên tên partiya me tehdît û provoke dikin."

Tarhan herî dawî banga tevlîbûneke xurt ji bo mitînga BDPê ya 30ê Gulanê kir.

KUBÎLAY Û SAKIK LI AGIRÎ BI CO TÊN PÊWAZÎKIRIN

Lê tevî van lîstîkên AKPê, Xebatên BDPê yên hilbijartinê, bi civînên taxan dewam dikin.

Namzedên BDP'ê yên hevaredariya Agirî Sirri Sakik û Mukaddes Kubîlay her ev li taxan bi gel re tên cem hev û xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin.

Di civîna li taxa Kazim Karabekîr de, ligel sedan welatiyan Serokwekîla Koma BDP'ê Pervîn Buldan jî tevlî bû.

Pervîn Buldan diyar kir ku di 30'ê adarê de gelê Agiriyê xwedî li vîna xwe derketibû û divê ku careke din gel xwedî lê derkeve.


SEYDAYÊN DIYA-DER'Ê PITGIRÎ DAN NAMZEDÊN AGIRIYÊ


Bi nêzîkbûna hilbijartinan, pitgiriya ji bo namzedên Agiriyê jî zêde dibe.
 
Bi dehan Alîmên Olî yên nûnertiya DIYA-DERê bi vê armancê çûn Bajêr û daxuyaniyek dan.

Li ser navê komê Zahît Çîftkuran axivî û anî ziman ku ev 90 salin berxwedana Agiriyê heye.

Alîman pitî axaftinê, esnaf ziyaret kirin.

Li aliyê din, wezîrê veguhastinê yê berê Bînalî Yildirim, ku di çarçoveya xebatên hilbijartinê de hate Agiriyê, rastî protestoya esnafan a li Kolana Eskî Wan hat.

Li ser vê yekê Yildirim neçar ma xwe di dikanekî de veêre.

Pitî ku Namzedê BDPê Sirri Sakik kete navberê Yildirim ji cihê bûyerê veqetiya..

556 car hate xwendin
Parve Bike  
KURDISTAN