BDP LI AGIRIY AMADE YE!
Dem : 2014.05.31  18:20:35
Rojek ma ji hilbijartinn 1 Hezran re, BDP j amadekariyn xwe bi daw kirin.

BDPê di hilbijartina 30ê Adarê de li Agiriyê biserketibû, lê li ser îtîraza AKPê hilbijartin 15 careke din hate hejmartin û dîsa BDP bi serket.

Herî dawî hilbijartin hate betalkirin û dubareya wê, taloqî 1ê Hezîranê ango sibê hate kirin.

Li Agirî nêzî 12 hezar polîs hatine bicihkirin, li hemberî vê BDP'ê jî di her dibistanekê de parlementerek, her sandoqekê jî parêzerekî weke çavdêr bi cih bike.

Dubareya hilbijartinê wê sibê saet di 07.00'an de dest pê bike, saet li 16.00'an bi dawî bibe.

59 hezar hilbijêr wê biçin ser sindoqan û bi vekiandina Partiya Hur Davayê wê 10 namzed bikevin hilbijartinê.

Di hilbijartina 30'ê Adarê de 386 kesên ku deng bikaranîbûn ji ber dema lekeriya wan hatiye çûne lekeriyê, 43 kesan jî bi sedemên cuda jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha pitî 30'ê adarê ji bo 6 kesan jî bi hinceta "astengdarin" dengê xwe bikar anîne wê nikaribin sibê bi kar bînin.

Dîsa 143 kesên di girtîgehê de dengê xwe bikaranîn, ji ber hin kesan cezayê wan hatiye erê kirin û hin kes jî hatine tahliyekirin 102 kes man e.

2 hezar karker û xwendekar ên li derveyî bajêr dixebitin an jî dixwînin, wê ji bo dengdayînê werin Agiriyê.

HILBIJARTINA 1'Ê HEZÎRANÊ
AKP PEYAMÊN RÛWETÊ JI MALBATAN RE DIÎNE
Li aliyê din, AKP'ê pitî belavkirina amûrên spî, qût û pereyan, niha jî ji aliyê Rêxistina AKP'ê ya Agirî ve, ev 2 rojin ji hilbijêrên Agiriyan re peyamên ruwetê tên andin.

AKP bi telefonê, ji hilbijêran re peyama "Bi taybet ji bo Agiriyan re deyinên ceyran û avê wê bên efûkirin. Dogalgaz jî wê di demeke kurt de bê danîn" tê andin.

AKP'iyan peyama "Dayikên Agirî li zarokên xwe digerin. Dayikên ku zarokên wan revandine çiyê di rojname û Tv'yan de diaxivin û dibêjin 'em zarokên xwe dixwazin." ji malbatan re diînin.

551 car hate xwendin
Parve Bike  
KURDISTAN