DEMÎRTAÞ: EM PROJEYA SIBEROJA CIVAKÎ NE
Dem : 2014.06.24  17:37:13
Îro li Meclisa Tirkiyê, civîna koma partiyan hebû. Hevserokê HDP Selehattîn Demîrtaþ, di civîna koma partiya xwe de axivî û rewþa siyasî ya Tirkiyê û herêmê nirxand.

Îro li Meclisa Tirkiyê, civîna koma partiyan hebû.

Hevserokê HDP Selehattîn Demîrtaþ, di civîna koma partiya xwe de axivî û rewþa siyasî ya Tirkiyê û herêmê nirxand.


CIVÎNA KOMA HDP'Ê
DEMÎRTAÞ: EM PROJEYA SIBEROJA CIVAKÎ NE


Hevserokê Giþtî yê HDP Selahattîn Demîrtaþ, piþtî kongreya HDP ya dawiya hefteyê, cara pêþî li civîna koma partiya xwe axivî.

Malbatên ku zarokên wan di eskeriya Tirk de bi awayek bi guman mirine û endamên komeleya SSPE jî tevlî civîna koma HDP'ê bûn.

Demîrtaþ, destpêkê behsa mirinên bi guman ên li eskeriya Tirk kir û got, di nava 22 salan de 2 hezar û 200 esker bi awayekî bi guman mirine.

Demirtaþ destnîþan kir, ku di asta dadgeriyê de jî ti encam nehatine girtin û hemû mirinên li eskeriyê ji aliyê dadgeha eskerî ve weke qeza hatine nîþandan.

Hevserokê HDP wekî din got, ew di derbarê girtiyên nexweþ de gelek caran daxuyanî dane, lê rayedaranxwe kerr ê lal kirine.

Demîrtaþ, li ser spekulasyonên der barê HDP û kongreya wê de jî ev nixandin kir:

"Kongre bila ji hemû kedkar, bindest û li hemû gelan pîroz be. Hin derdoran îdîa dikirin ku em nikarin werin cem hev, lê hemû cihêrengiyan di nava HDP de cihê xwe girtin. Lewma, ti pêwistî bi AKP û CHP nemaye. Ji ber ku CHP, AKP û MHP her tiþt li gor berjewendî û pîvana pereyan dinirxînin. Bi gotineke din, dema li darekê mêze dikin, tenê êzing tê bîra wan.."

Lewma em ji van partiyên statukoparêz cudane. Em jiyaneke azad û bi rûmet dixwazin.

Demirtaþ herwiha anî ziman, ku ewê li gor rojeva meclisê lez bidin xebatên xwe û Koma HDP wê bibe muxalefeta sereke ya li meclisê.

Li ser pirsa namzedê serokkomariyê de jî Demîrtaþ got, piþtî civîna meclisa partiyê ya roja Þemiyê, ewê namzedê xwe eþkere bikin.

1476 car hate xwendin
Parve Bike  
POLÎTÎKA