LGERNA ADALAT YA MALBATN ROBOSK
Dem : 2014.07.04  17:36:28
alakiya xizmn qurbaniyn Robosk ro j dewam kir.. Malbatan li dij namzetiya Erdogan a ji bo serokkomariy nerazbn nan dan..

Çalakiya xizmên qurbaniyên Roboskê îro jî dewam kir..

Malbatan li dijî namzetiya Erdogan a ji bo serokkomariyê nerazîbûn nîan dan..

LÊGERÎNA ADALATÊ YA MALBATÊN ROBOSKÎ
'SEROKKOMARIYA ERDOGAN NAYÊ QABULKIRIN'


Li navçeya irnexÊ Qilebanê li gundê Roboskê, di 28ê Kanûna 2011an de, 34 kes bi balafirên er ên artêa Tirk hatibûn qetilkirin.
 
Xizmên qurbaniyên Roboskê di hefteya 131emîn de li ser gorên wan hatin cem hev û ew bibîr anîn.

Li ser navê xizmên qurbaniyan serokê Roboskê-Derê Velî Encu axivî.

Encu bal kiand ser 21emîn salvegera Sêwasê û got: "Emê bi malbatên Sêwas, Licê û Gezî re têkoînê bidomînin.

Encu bi bîr xist ku li Tirkiyê heta îro gelek caran li ser Kurd û Elewiyan komkujî hatine kirine, û got:

"Lê belê Hukumeta AKP'ê jî ji bo berpirsiyarên van komkujiyan derne holê, heta niha neketiye nava ti hewldanekê."

Velî Encu herî dawî li ser hilbijartina Serokomariyê jî xwest ku kes dengê xwe nede Erdogan û got:

"Nabe ku berpirsyarê komkujiya Roboskê Erdogan ku li welatê xwe gelê xwe qetil dike, bibe serokomar."

547 car hate xwendin
Parve Bike  
JNGEHA KDE