Mal  -  ROJANE
DI 1' LON DE W DAXWAZA AZADIYA OCALAN WERE KIRIN
Dem : 2014.08.28  17:35:07
Bakur Kurdistan amadekariya alakiyn roja atiya chan dike. Bernameyn alakiyn 1' lon ligelek bajaran hatine ekerekirin ji bo tevlbn bang li gel t kirin. Di alakiyn sal de, ji bo atiya rojhilata navn w daxwaz azadiya Rber Gel Kurd Abdullah ocalan were kirin.


Bakurê Kurdistanê amadekariya çalakiyên roja atiya cîhanê dike.

Bernameyên çalakiyên 1'ê Îlonê ligelek bajaran hatine ekerekirin û ji bo tevlîbûnê bang li gel tê kirin.

Di çalakiyên îsal de, ji bo atiya rojhilata navîn wê daxwaz azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan were kirin.  


DI 1'Ê ÎLONÊ DE WÊ DAXWAZA AZADIYA OCALAN WERE KIRIN
LI AMEDÊ WÊ LI QADA STASYONÊ MITÎNG BÊ LI DARXISTIN


Komîteya Amadekar a 1'ê Îlonê ya Amedê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de Komîteya Amadekar da zanîn ku wê îsal ji her salê cudatir 1'ê Îlonê were pêwazîkirin.

Di daxuyaniyê de bahsa erê li Kurdistan û Rojhilata Navîn hate kirin û hate gotin ku, êria li dijî engalê û deverên din ên Baûrê Kurdistanê yekîtiya li dijî DAI'ê li herkesî ferz kiriye.

Komîteyê da zanîn ku daxwaza wan a sereke Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û bang li gel kir da ku roja 1'ê Îlonê saet di 17.00'an de li qada stasyonê bên cem hev.

MITÎNGA AMEDÊ YA 1'Ê ÎLONÊ
CIH: QADA ÎSTASYONÊ
SAET: 17:00

Platforma axên Konfederasyona Sendîkayên Kedkaran KESK'ê jî ragihand ku bi wesîleya Roja Atiya Cîhanê, wê li Amedê ji bo azadiya Ocalan aktîvîteyên cûr be cûr li dar bixin.

DI 1'Ê ÎLONÊ DE WÊ DAXWAZA AZADIYA OCALAN WERE KIRIN
LI SILOPIYÊ JIN XELEKA MIROVAN PÊK TÎNIN

Roja Atiya Cîhanê wê li Silopyayê jî bi çalakiyan were pêwazîkirin.

Di çarçoveya çalakiyan de bi pêengiya Komeleya Mafên mirovan ÎHD û Tevgera Jinên Azad û Demokratîk DOKH'ê wê xeleke mirovan were pêkanîn.

Endamên DOKH'ê ji bo agahdarîkirina derbarê çalakiyê de li avahiya DBP'ê civînek li darxist.

Hevseroka DBP'ê ya Silopyayê Asuman Kulter, li vêderê ji bo tevlîbûna çalakiyê bang li jinan kir.

DI 1'Ê ÎLONÊ DE WÊ DAXWAZA AZADIYA OCALAN WERE KIRIN
LI DÊRSIMÊ WÊ MEA MEALEYÎ WERE LIDARXISTIN

1'Ê Îlonê wê li Dêrsimê jî bi çalakiya mea mealeyî were pêwazîkirin.

aredariya bajêr û DBP'a Dêrsimê ku pêengiya çalakiyan dikin dan zanîn ku ewê gel li Qada Seyîd Riza bicive.

Ji Qadê jî wê heta ziyareta Jara Gole Çeto bi mealeyan bimein.

Hevaredar Mehmet Ali Bul û Hevserokê DBP'ê Ergin Doru, ji bo tevlîbûna çalakiyê bang li gelê Dêrsimê kirin.


DI 1'ê ÎLONÊ DE LI DÊRSIMÊ ME
CIHÊ KOMBÛNÊ: QADA SEYÎD RIZA

710 car hate xwendin
Parve Bike  
ROJANE