GIRTGEH BNE NAVENDN TOLHILDAN YA DEWLET
Dem : 2014.08.29  17:04:39
d girtgehn li Tirkiy bne navendn tolhildan ya dewlet. dewlet, ne dib girtiyn nexwe, ne dib zarok ne j dib bparastin'in, siyaseta qirkirin li girtgehan didomne.

 êdî girtîgehên li Tirkiyê bûne navendên tolhildanê ya dewletê.

dewlet, ne dibê girtiyên nexwe, ne dibê zarok û ne jî dibê bêparastin'in, siyaseta qirkirinê li girtîgehan didomîne.

GIRTÎGEHÊN LI TIRKIYÊ
GIRTÎGEH BÛNE NAVENDÊN TOLHILDANÊ YA DEWLETÊ


Hovîtiya li girtîgeha Pozantiyê ya li hember zarokan, ku berê hatibû rojevê, dîsa xwe dubare dike.

Li girtîgeha ciwan û zarokan a Sincanê, li girtiyên ciwan êkence, heqaret û muameleya xirab dikin.

Girtiyên 16 salî D. A, S.D û F.E bi bahaneya ku  Botan Timûr û Harun Demîr 18 salên xwe tije kirine, birin girtîgeha Kartalê ya Stenbolê.

Yên 16 salî jî, birin girtîgeha Maltepe ya zarok û ciwanan.

Rayedarên TUHAD-FEDê diyar kirin, ku dema zarok û ciwanan sewq dikin, di rêde jî êkence li wan dikin.

Û girtiyên zarok xwestine, ku rewa xwe bi nameyekê ji DIHAyê re ragihînin, lê ji aliyê rayedarên girtîgehê ve hatine astengkirin.

451 car hate xwendin
Parve Bike  
JNGEHA KDE