PEYAMA OCALAN A JI BO CIVATA GIT YA KCD'
Dem : 2014.09.06  16:44:02
Demokratik Toplum Kongresi-DTK'nin, 'na Meclisine' dnecei Genel Kongresi balad. ki gn srecek kongreye drt para Krdistan ve Avrupa'dan farkl inan ve kimliklerin temsilcileri de katld. Genel Kurula, yeniden inaa ve Ulusal birlik tartma ve nerileri damga vurdu.

Demokratik Toplum Kongresi-DTK'nin, 'na Meclisine' dönüecei Genel Kongresi balad.

ki gün sürecek kongreye dört parça Kürdistan ve Avrupa'dan farkl inanç ve kimliklerin temsilcileri de katld.

Genel Kurula, yeniden inaa ve Ulusal birlik tartma ve önerileri damga vurdu.

7. CIVATA GITÎ YA KCD'Ê
BI TEVLÎBÛNA SEDAN DELEGE Û MÊVANAN DEST PÊ KIR


7. Civata Gitî ya KCDê ya bi slogana 'Em Netewa Demokratîk û Jina Azad diafrînin' li Salona Sporê ya aredariya Peyasa Amedê bi tevlîbûna sedan delegeyî dest pê kir..

Ji hemû aliyên Kurdistanê, Tirkiyê û Ewrûpayê ji gelek mêvan tevlî kongreyê bûn..

Ji Komela, YNK, KNK, Tevgera Goran û Kantonên Efrîn, Cizir û Kobanê 50 di kongreyê de amade bûn.

Hemû delegeyên civata gitî bi kincên neteweyî tevlî kongreyê bûn..

Pitî rêzgirtinê, dîwan hate hilbijartin..

Pitre jî Hevserokên KCDê Aysel Tugluk û Ahmet Turk axivîn û hemû bedar silav kirin..

Paê axaftinên hevserokan, komîsyonên biryar û pênûmeyan hatin avakirin.

Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê parlementara Batmanê Ayla Akat Ata ve hate xwendin..

Di civata gitî de delegasyonên Êzidî, Suryanî, Elewî û Ermenî jî axivin û banga yekitî û têkoînê li hemû gelan kirin..

Civata gitî bi axavftin û pêniyaran dewam kir..

Delegeyan di axaftinên xwe de girîngiya konferansa yekîtiya netewî anîn ziman û gotin, li vir hîmê konferansa netewî tê avêtin..

.

 

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 7'emîn Civata Gitî ya KCD'ê re peyamek and.

Di peyama xwe de Ocalan ji bedaran xwest ku rola xwe ya dîrokî bilîzin.

PEYAMA OCALAN A JI BO CIVATA GITÎ YA KCD'Ê
'ROLA XWE YA DÎROKÎ BILÎZIN'


Mesaja Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Kurdî ji aliyê parlamentera HDP'ê ya Qersê mulkiye Bîrtane ve hate xwendin.  

Ocalan di destpêka mesaja xwe de rewa kurdan a heta roja îroj dinirxîne.

Û dibêje yek ji gelên ku herî zêde bi polîtîkayên hegemonîk ên înkar, tunekirin û biavtinê re rû bi rû maye di serî de gelê Kurd, gelên qedîm ên Kurdistanê ne.

Ocalan li ser bilindbûna hêza tevgera azadiyê jî radiweste û dibêje pêvajoya dîrokî ya ku em têre derbas dibin, serkeftina dîrokî ya li hemberî netew-dewletê ye.

Li ser pêvajoya çareseriyê jî Ocalan vê nirxandinê dike:

OCALAN: "CIVAKA AZAD JI KESÊN AZAD PÊK TÊ"
''(...) Gel û erdnîgariya Kurdistanê ya ku bi êrîên herî hovane yên dîrokî re rû bi rû maye, îro jî bûne armanca êrîên herî hovane yên hêzên modernîteya kapîtalîst û çeteyên wê yên tetikkê. Ez careke din bi girîngî dixwazim desnîan bikim ku tekane rêya rizgarbûna ji vê rewê û rizgarkirina mirovahiyê, afirandina civakeke azad e. Civaka azad jî bi rêxistinbûna polîtîk û exlaqî û ji afirandina takekesên azad pêk tê.''

Ocalan herwiha balê dikîne ser rola sazkirina neteweya demokratîk a Kongreya Civaka Demokratîk a ku civata xwe ya gitî li dar dixe evê bangê li bedarên civata gitî dike:

OCALAN: BIBIN NÛNERÊN HEMÛ GELÊN KURDISTANÊ
''Hûn nûnerên tevahiya gelên Kurdistanê ne. Peywira we ew e ku hûn ji vê rastiyê hêzê bigirin, ji himendî û rîtuelên dewletê yên klasîk dûr, bi cewhereke oreger hûn nîanî tevahiya gelên herêm û cîhanê bidin ka divê mirov di pêkanîna xwebirêvebirinê de çiqas afirîner be. Bi kinasî ez dibêjim divê em mekanîzmayeke çareseriya demokratîk a civakparêz a ku ji himendiya dewletparêz rizgar bûye ava bikin. Modela ez qalê dikim, divê himendiya dewletparêz bide ber lêpirsînê, pêkutiyên dewletê yên li ser civakê ne tenê li kurdistanê, li her derê rake, bi vî aliyê xwe wisa bike ku dewlet neçar bimîne bi gavên lezgîn ber bi demokrasiyê ve biçe.''

Weke çavkaniya awayê xebatê Rêberê gelê Kurd parêznameya xwe nîan dide û dixwaze ji bo xebatên biserûber lêhûrbûneke kûr pêk were.

Di dawiya peyame xwe de Ocalan bi van gotinan daxwaza serkeftinê li bedaran dike:

OCALAN: SERKEFTINÊN BÊ HINCET BI DEST BIXIN

''Divê azadkirina gelên me yên ku di cendereya zilmê ya modernîteya kapîtalîst de dinalin esas bê girtin, gihandina vî agirê azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê divê hûn wek peywireke dîrokî bizanibin. Bi baweriya ku hûn ê binketinên bi hincet na, serkeftinên bê hincet bi dest bixin ez kongreya we silav dikim, ji bo vê mea mirovahiyê ya birûmet ji we hemûyan re serkeftinê dixwazim."  




657 car hate xwendin
Parve Bike  
KURDISTAN