OCALAN JI MALBATN KARKERAN RE SERSAX XWEST
Dem : 2014.09.08  17:27:31
Rber Gel Kurd Abdullah Ocalan bi riya heyeta HDP' tkildar pvajoya areseriy, berxwedana engal, Rojava, girtiyn nexwe gelek peyamn girng dan.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi riya heyeta HDP'ê têkildarî pêvajoya çareseriyê, berxwedana engal, Rojava, girtiyên nexwe û gelek peyamên girîng dan.

HEVDÎTINA BI OCALAN RE
OCALAN JI MALBATÊN KARKERAN RE SERSAXÎ XWEST

Rêberê Gelê Kurd Ocalan, komkujiya li Torûn Sentir a li Stenbolê pêk hat û têde 10 karkeran jiyana xwe ji dest da, weke encama pergala neo-lîberal dinirxîne.

Ocalan, ji xizmên karkerên di kutinên kar ên dawî de jiyana xwe ji dest dane jî, sersaxiyê dixwaze.

Ocalan têkildarî pêvajoya çareseriyê jî dibêje, tevî hin astengî, provakasyon, siyaseta mijûlkirin û zextên yekalî jî, pêvajoya diyalogê gihîtiye asta pratîk-kirinê û wiha dewam dike:

"Ev yek, ne tenê ji bo welatê me, wê karibe çarenûsa tevahiya herêma me diyar bike. Bi taybetî rastnêzikbûna hikûmetê ya vê pirsgirêkê û bi lez meandina xebatan, gelek girînge. Êdî ti wateya gotinên pêwistiya wan neyê bi cih anîn, nîne."

Ocalan dide zanîn ku ew, rewenbîr, akademîsyen û siyasetvanên ku bi awayekî cidî û bi berpirsyariyê nêzî pêvajoyê dibin, ji nêz ve diopîne û wiha dibêje:

PEYAMÊN OCALAN


Nêzîkatî û cidiyeta di vê pêvajoyê de were nîandan, wê aqûbeta sed sala li pêiya me diyar bike. Di encama helwesta beramberî pêvajoyê, wê sedsal an bi kaosê an jî bi demokrasiyê wê pê bikeve. Lewma divê hukûmeta nû, bêyî ku hincetekê nîan bide, dest bi muzakereyên watedar û kûr bike û pîvan û çerxa muzakereyan bixe pratîkê.

Ocalan ji ber rewa girtiyên nexwe careke din, hukûmeta tirk hiyar dike û dibêje eger ev pêvajo rih nede bedenên nexwe û gel jî jî îkna nebe, ji ber vê yekê ev mijar, bi qasî ku nebe xaleke muzakereyan, mijareke mirovî û girînge.

Ocalan balê dikîne ser berxwedana li dijî çeteyên DAI'ê yên li engal û Rojava û hemû berxwedêr û yên pitgiriyê didinê û silavan dike.

Ocalan xetereyên komkujiyan ên li dijî êzidî, tirkmen, asûrî-suriyaniyan destnîan dike û dibêje, parastina jiyan û nirxên wan, em wekî pirsgirêka rûmetê dibînin.

Ocalan silavên xwe yên taybet ji girtiyên nexwe re diîne û dibêje: Ez hêvî dikim, di demeke herî kin de, bibihîzim ku girtiyên nexwe êdî li derve tên dermankirin.

734 car hate xwendin
Parve Bike  
KURDISTAN