KAMPANYAYA JI OCALAN RE AZAD BI MILYONAN MZE HATINE KOMKIRIN
Dem : 2014.09.10  19:12:39
Kampanya Ji Ocalan re azad.. Di aroveya kampanya mzeyan de bi mlyonan mze hatin komkirin. Kampanya w di 28 lon de bi daw bibe..

Kampanya Ji Ocalan re azadî..

Di çarçoveya kampanya îmzeyan de bi mîlyonan îmze hatin komkirin.

Kampanya wê di 28ê îlonê de bi dawî bibe..

KAMPANYAYA JI OCALAN RE AZADÎ
BI MILYONAN ÎMZE HATINE KOMKIRIN

Kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya Ocalan, a ji aliyê Platforma Ji bo Atiyê ji Ocalan re Azadî ve di 15ê Sibatê hatiye destpêkirin didome.

Di çarçoveya kampanyaya ku heya niha bi milyonan îmze hatine komkirin, li Mêrdînê komkirina îmzeyan dewam dike.

Hevseroka DBPa Mêrdînê Hasîbe Mengîlkaon derbarê kampanyaya agahî dan û got;

Em kampanyayê digihînin hemû derdoran û hêdî hêdî em digihin hedefa 500 hezar îmzeyan.

Kampanya 28ê Îlonê bi dawî dibe, û wê hejmara îmzeyan li Amedê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya girseyî bê ekerekirin.

Bi hezaran kes wê tevlî daxuyaniya ekerekirina encama kampanyayê bibin, xeleka mirovan çêbikin û ji bo Atiyê azadiya Ocalan bê xwestin.

Îmzeyên hatine komkirin, wê ji aliyê Platforma "Ji bo Atiyê ji Ocalan re Azadî" ve, radestî Meclisa Tirk bê kirin.

Kampanyaya ji Ocalan re Azadî, bi wesîleya salvegera Komploya navnetewî ya li ser Ocalan hatibû meandin, di 15ê Sibatê de destpêkiribû.

Kampanya belavî her çar parçeyên Kurdistan, Rojhilata Navîn, Ewrûpa, Rusya, DYE, Kibris, Japonya û Emerîkaya Latîn jî bûbû.

Di çarçoveya kampanyayê de, li Herêma Egeyê zêdetirî 146 hezar hatin komkirin.

Herwiha bi hezaran girtiyên siyasî jî destek dan kampanyayê.

724 car hate xwendin
Parve Bike  
KURDISTAN